H’emû nûçeSereke
Fîlmek li ser Ermenîstanê di nav baştirîn fîlmên rêwîtîyê yên cîhanê de ye /vîdyo/
Komîtêya tûrîzmê radigihîne ku fîlma BBC ê ya bi navê “Sunrise in Armenia” li gorî dengdana heyî ya fêstîvala bi prêstîj CIFFT (Komîtêya fîlmên tûrîzmê ya navneteweyî) di lîsteya fîlmên herî baş yên cîhanê de di rêza 7 emîn de ye.
Li ser vê platforma navneteweyî ya girîng, Ermenîstan xwe bi xwezaya xwe ya xweşik, çanda xwe ya dewlemend û balkêşîya xwe ya bêhempa raber dike.
Hilbijartin wê heta dawîya salê berdewam bike.
Komîtêya tûrîzmê destnîşan dike: “Hûn jî dikarin bi temaşekirin, parvekirin û dengdana fîlmê beşdarî naskirina Ermenîstanê bibin”.
Ji bo dengdanê, ji kerema xwe vê lînkê bişopînin: https://www.cifft.com/world-tourism-film-awards







