H’emû nûçeSereke

Her pêvajoyeke pêşxistina dadwerî û çalakîyên dadgeha cezayê navneteweyî divê ji hêla prînsîpên bingehîn yên   statûya Romayê ve bê rêvebirin: cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der

7 ê tîrmehê, li Nyû Yorkê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Robêrt Abîsoxomonyan beşdarî rûniştina taybet ya li ser nirxandina sûcê êrîşkarîyê ya meclîsa dewletên teref yên statûya Romayê ya dadgeha cezayê ya navneteweyî bûye û gotarek  raber kirîye.Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der  radigîhîne.

Cîgirê wezîrê karên der Robêrt Abîsoxomonyan di axaftina xwe de piştgirîya domdar ya Ermenîstanê ji bo mêxanîzmayên hiqûqî yên navneteweyî yên ku armanc dikin pêşîgirtina li binpêkirinên giran yên qanûna navneteweyî û mîsogerkirina hesabdayînê bikin, tekez kirîye. Di vê çarçoveyê de, pêwîstîya mêxanîzmayên bihêz ji bo hişyarîya zû, çalakîya zû û berpirsîyarîya parastinê hatîye tekez kirin.

Cîgirê wezîrê karên  der destnîşan kirîye ku rûniştina taybet û pêvajoya şêwirmendîyên berîya wê derfeteke baş e ji bo nirxandina destkeftî û gavên ku armanc dikin pêşîgirtina li karanîna hêzê ya neqanûnî, wek ku di mandata dadgeha cezayê ya navneteweyî de hatîye destnîşankirin, bê avîtin.

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der pabendbûna Ermenîstanê ji bo berdewamîya dîyalogê ya bi armanca pêşvebirina têgihîştina hevbeş, xurtkirina çarçoveya qanûnî û mîsogerkirina pêşketina bêtir, li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û piştgirîya berfireh ya civaka navneteweyî, ji nû ve piştrast kirîye.

Cîgirê wezîrê karên der Robêrt Abîsoxomonyan zêde kirîye ku her pêvajoyeke pêşxistina dadwerî û çalakîyên dadgeha cezayê navneteweyî  divê ji hêla prînsîpên bingehîn yên statûya Romayê û pabendbûneke hevbeş ve bê rêvebirin da ku pêşî li tawanên herî giran yên ku civaka navneteweyî eleqedar dikin bên girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button