SerekeSîyasî

Hevdîtina wezîrê dadê û şanda Îmralîyê ji bo demeke nedîyar hatîye paşxistin

Civîna ku biryar bû 8 ê tîrmeha sala 2025 a, di navbera wezîrê dadê yê Tirkîyayê Yilmaz Tûnç û şanda Îmralîyê ya Partîya DEM de pêk bihata, ji bo demeke nedîyar hatîye paşxistin.

DEM Partîyê  8 ê tîrmehê têkildarî mijarê gotîye: “Ev bername, ji ber bernameyên zêde hatîye taloqkirin. Dema dîrok û seheta hevdîtina nû dîyar bû wê agahîyên pêwîst bên parvekirin”.

Ev pêşhate piştî wê yekê tê, şanda Îmralîyê ya Partîya DEM bi serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan re civînek pêk anîbû. Di daxuyanîya piştî civînê de, hatibû ragîhandin ku şandê nêrîn û pêşnîyarên xwe yên derbarê qonaxa nû ya pêvajoyê û gavên pêşerojê de bi serokkomar re parve kirine. Herwiha hatibû tekezkirin ku îradeya hevpar ya ji bo pêşxistina pêvajoyê wê berdewam bike.

Di vê çarçoveyê de, tê payîn ku wek gaveke girîng ya pêvajoya aşîtîyê, li parlamêntoya Tirkîyayê komîsyoneke taybet bê damezrandin da ku rêformên yasayî yên pêwîst pêk bîne.

Şandê di dawîyê de destnîşan kirîye ku “hêvî, bawerî û pêbawerîya Ocalan bi rola vê pêvajoyê ya di dêmokratîkkirina Tirkîyayê de gelek xurt e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button