H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan beşdarên civîna salane ya lijneya rêvebirên banka bazirganî û geşepêdanê ya behra Reş pêşwazî kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarên civîna salane ya lijneya rêvebirên banka bazirganî û geşepêdanê ya behra Reş, ku ji hêla serokê bankê Sêrhat Koksal ve tê birêvebirin, pêşwazî kirîye.
Behsa bernameyên ku ji hêla banka bazirganî û geşepêdanê ya behra Reş ve li Ermenîstanê têne bicîh kirin û destpêşxerîyên pêşerojê hatine kirin.
Serokwezîr girîngîya fînansekirina sêktora taybet ya ku di sêktorên cuda de kar dike û piştgirîkirina projeyên karsazîyê tekez kirîye.
Sêrhat Koksal spasîya xwe ji bo mazûvanîya civîna salane ya lijneya rêvebirên banka bazirganî û geşepêdanê ya behra Reş li Yêrêvanê anîye ziman. Nîkol Paşînyan jî ji beşdarên civînê re xebata berhemdar xwestîye.







