H’emû nûçeSereke

Parlamêntara parlamêntoya Avropayê ji Adirbêcanê li ser îmzekirina peymana aşîtîyê bi Ermenîstanê re pabendbûneke zelal dixwaze

Endama parlamêntoya Avropayê Natalî Lûazoyê piştgirîya xwe ji bo hewldanên Ermenîstanê yên ji bo pêkanîna aşîtîyê bi Adirbêcanê re dîyar dike, û ji Bekûyê jî nêzîkatîyeke wisa hêvî dike.

Parlamêntara Avropayê di hevpeyvînekê de bi peyamnêrê “Armenpress” ê re behsa vê yekê kirîye, li ser daxuyanîyên ku ji alîyê li ser temamkirina bendên metina peymana li ser avakirina aşîtîyê û normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine dayîn û pêwîstîya îmzekirina vê peymanê di zûtirîn dem de axivîye.

Di dema axaftinê de, parlamêntara parlamentoyê dawîkirina peymana ku armanc dike aşîtî di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de ava bike wek gaveke girîng nirxandîye.Natalî Lûazoyê tekez kirîye ku “Ez bi tundî piştgirîyê didim hewldanên berdewam yên rayadarên Ermenîstanê ji bo aşîtîyê. Peymana ku bi Adirbêcanê re hatîye çêkirin gaveke pir girîng e. Ez ji Bekûyê pabendbûneke zelal hêvî dikim ku pêvajo biqede û peymana aşîtîyê ya lihevkirî îmze bike”.

Lûazoyê her wiha li ser kûrkirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û berfirehkirina rojeva dîyalogê, û di wê çarçoveyê de, serdana nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê, Kaya Kalasê, 29-30 ê hezîranê  bo Ermenîstanê axivîye.

“Ermenîstan û Yekîtiya Avropayê bi awayeke zelal têkilîyên xwe xurt dikin. Ew vê yekê dikin ji ber ku her du alî bi tundî piştgirîyê didin hevkarîyeke xurt. Ev mînakeke kêm û zelal ya gaveke dîplomatîk e ku ji hêla îradeya gel ve tê ajotin. Serdana Kaya Kalasê bo Yêrêvanê encameke xwezayî ya vê mêylê ye”,- parlamentera avropî tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button