Danûstandinên dualî formata herî bi bandor in: daxuyanîya wezîreta Ermenîstanêye karên li ser hevdîtina Paşînyan-Elîyêv

1 ê tîrmeha sala 2025 a, serokwezîrê Komara Ermenîstanê û serokkomarê Komara Adirbêcanê li Abû Dabîyê (Yekîtîya Mîrtîyên Ereba) civiyan û li ser mijarên cihêreng yên rojevê ji bo normalîzasîyakirina têkiliyên navbera Ermenîstane û Adirbêcanê nîqaş kirine.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der ji News.am ê re ragîhandîye ku alîyan piştrast kirine ku danûstandinên dualî formata herî bibandor e ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên têkildarî pêvajoya normalîzasîyakirina têkiliyan, û li ser vê bingehê lihevkirinek hatîye kirin ku dîyalogeke bi vî rengî ya li ser encam navendî berdewam bikin.
Serokên dewletan, bi destnîşankirina pêşketinên di pêvajoya diyarkirina sînoran de, talîmat dan komîsyonên peywendîdar yên dewletan ku xebata pratîkî di wê alî de bidomînin.
Her wiha alîyan li hev kirin ku danûstandinên dualî û tedbîrên avakirina bawerîyê di navbera her du welatan de bidomînin.
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê û serokkomarê Komara Adirbêcanê ji bo mêvanperwerîya germ û organîzekirina hevdîtina dualî spasîya serokkomarê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Şêx Mehemed bîn Zayêd Al Nahyan, kirine.







