H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û serokê Yekîtîya Mîrtîyêyn Ereba li ser mijarên din yên girîng yên herêmî û berjewendîya hevbeş axivîne

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ku bi serdana xebatê li Yekîtîya Mîrtîêyn Erebaye ye, li Abû Dabîyê bi serokê   Yekîtîya Mîrtîyêyn Erebaye Şêx Mehemed bîn Zayêd Al Nahyan re civiyaye.Derheqa wê yekêda ji hukumeta Ermenîstanê ragîhandine.

Di hevdîtinê de, mijarên di rojeva hevkarîya dualî de hatine nîqaşkirin, tekezî li ser asta bilind ya bawerîya hevbeş û derfetên berfireh ji bo pêşxistina hevkarîya di navbera her du welatan de di warên aborî, veberhênanê û mirovî de hatine kirin.

Serokwezîr Paşînyan girîngîya pêşxistin û kûrkirina têkilîyên dostane yên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Mîrtîyên Erebade destnîşan kirine, ku hevkarîya dualî hem di warên aborî, hem di warên veberhênanê û hem jî di warên mirovî de xwedî potênsîyaleke mezin e.

Serokê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba bi germahî pêşwazîya serokwezîr Paşînyan kirîye û tekez kirîye ku Yekîtîya Mîrtîyên Ereba pir girîngiyê dide têkiliyên hevkarîyê bi Ermenîstanê re û amade ye ku gavên hevbeş bavêje ber bi pêkanîna destpêşxerîyên sûdmend yên hevbeş ve.

Herdu alîyan amadebûna xwe ji bo berdewamîya diyalog û hevkariya avaker ji bo berjewendîya herdu gelan ji nû ve tekez kirine.

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba li ser pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê û projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenistanê nêrînên xwe parve kirine.

Şêx Mehemed bin Zayêd al Nahyan pêşwazî li rêkeftina li ser reşnivîsa peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kirine û hêvîya îmzekirina wê di zûtirîn dem de anîne ziman.

Serokwezîr Paşînyan destnîşan kirîye ku Ermenîstan rola Yekîtîya Mîrtîyên Ereba di pêşvebirina îstîqirara herêmî û beşdarbûna di ewlehîya navneteweyî de teqdîr dike.

Mijarên din yên ji girîngiya herêmî û berjewendîya hevbeş jî hatine nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button