SerekeSîyasî

Serok Barzanî û Qasim Arecî rewşa sîyasî û pêşhatên dawî yên ewlehîyê yên li navçeyê guftugo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şêwirmendê Asayîşa niştimanî ya îraqê Qasim Arêcî kirîye. Di hevdîtinê de, rewşa sîyasî û ewlehîyê ya herêmê û çareserkirina kêşeyên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Fêdêral ya Îraqê de hatine nirxandin.

Serok Mesûd Barzanî 9 ê tîrmehê pêşwazî li şêwirmendê Asayîşa niştimanî ya Îraqê Qasim Arêcî û şanda pê re kirîye.

Li gor daxuyanyeke ku ji alîyê barageha Barzanî ve hatîye belavkirin, di hevdîtinê de guftugo derbarê rewşa sîyasî û pêşhatên dawî yên ewlehîyê yên li herêmê û Îraqê hatine kirin.

Di beşeke din ya hevdîtinê de, herdu alîyan bi berfirehî nêrînên xwe derbarê têkilîyên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Fêdêral ya Îraqê de û herwiha li ser çawanîya çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera herdu alîyan de anîne ziman.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button