H’emû nûçeSereke

Xizmetên ku di pêvajoyên wergirtin û bidawîkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê  têne peyda kirin wê bên dîjîtal kirin

Xizmetên ku di pêvajoyên wergirtin û bidawîkirina hemwelatîbûna Komara Ermenîstanê  têne raber kirin, wê ji 1 ê çileya sala 2026 a pê ve bên dîjîtalîzasîyakirin.

Li gorî “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî ya Komara Ermenîstanê daxuyanîyek daye.

“Di encama guhertinên ku di 22.01.2025 a de bi qanûna HO-4-N li qanûna “Li ser hemwelatîbûna Komara Ermenîstanê” hatine kirin, rêzên ji bo qebûlkirina serlêdanên ji bo wergirtin yan bidawîkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê li xizmeta koçberî û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî wê ji 1ê çileya sala 2026 a pê ve, bi rêya pergaleke nû, bên bicîhkirin.

Ji ber vê yekê, xizmeta ku li jor hatîye behs kirin ji 1 ê çileyê pê ve li ser platforma migration.e-gov.am ê peyda nabe.

Di daxuyaniyê de hatîye gotin, “Ji bo ku prosêdûr bi awayekî êlêktronîkî bê meşandin, nermalava nû wê bê destpêkirin, ku di çarçoveya wê de lêkolîneke pêşîn ya serlêdanên hemwelatîbûnê wê bê kirin.

 Piştî vê yekê, serlêder wê derfet bibînin ku ji bo rêzê qeyd bibin da ku serlêdanên ji bo wergirtin yan bidawîkirina hemwelatîbûna Ermenîstanê  raber bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button