Yekîtîya Avropayê piştgirîya xwe ya tam ji bo serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê tekez kirîye

Civîna şeşemîn ya komîtêya hevkarîya Ermenistan-Yekîtîya Avropayê, ku li ser bingeha peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî hatîye damezrandin, 8 ê tîrmehê li Bryûsêlê pêk hatîye. Alîyan li ser pêvajoya bicîhanîna peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî û berfirehkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê nîqaş kirine.
Derheqa wê yekêda wezîreta karên der ragîhandîye.
Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê pêşketinên girîng di hevkarîya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê, ku li ser bingeha pabendbûna bi nirxên hevpar ve girêdayî ye, destnîşan kirine. Daxuyanîyên girîng yên ku wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê, di dema serdana nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê ji bo karûbarên der û sîyaseta ewlehîyê, cîgira serokê komîsyona Avropayê, bo Ermenîstanê 29-30 ê hezîrana sala 2025 a de, di nav de peymana sîyasî li ser rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ya nû û pejirandina pêşnîyara plana çalakîyê ya li ser lîbêralîzasyona vîzayê ji alîyê Komîsyona Avropî ve, pêşwazî kirine. Ev biryar wê Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê nêzîkî hev bikin.
Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê her wiha pêşwazîya pêkanîna bernameya “Berxwedan û mezinbûn” ya 270 mîlyon yûroyî kirine, ku armanc dike hevkarîya sêktorî ya nêzîktir di navbera Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê de û pêşvebirina veberhênanên mezin di sêktorên girêdan û karsazîyê de, di çarçoveya înîsîyatîva “Derîyên cîhanî” yên Yekîtîya Avropayê , li gorî înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ye.
Komîtêya hevkarîyê pêşketinên di warên serwêrîya hiqûqê, rêformên sêktora edaletê, sepandina qanûnê, mafên mirovan û têkoşîna li dijî gendelîyê de nirxandine. Yekîtîya Avrorpayê pabendbûna Ermenîstanê ya bi dêmokrasî, serwêrîya hiqûqê û mafên mirovan, û her weha pêşketinên berbiçev yên di van waran de hatine çêkirin nirxandîye. Yekîtîya Avropayê tekez kirîye ku pêwîstîya bi berdewamîya rêformên di van waran de û gavên zêdetir ji bo rakirina hemî cûreyên cudakarîyê heye. Alîyan girîngîya beşdarîya tevahî ya civaka sîvîl di pêvajoyên biryardan û rêveberîya giştî de tekez kirine.
Ermenîstan û Yekîtîya Avrorpayê derfetên pêşvebirina girêdana herêmî ya berfireh, rêwerzên ji bo cihêrengîya aborî û berfirehkirina bazirganîya hevbeş, rêbazên lezandina veguherînên dîjîtal û kesk, kûrkirina hevkarîyê di warê ewlehîya ênêrjîyê de, û her weha xurtkirina hevkarîyê li ser çalakîya avhewayê nîqaş kirine.
Di çarçoveya sîyaseta der, ewlehî û berevanîyê de, alîyan peymana ku vê dawîyê di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de hatîye îmzekirin, ku çarçoveya beşdarîya Ermenîstanê di mîsyon û opêrasyonên rêveberîya krîzê ya Yekîtîya Avropayê de, û her weha lidarxistina yekem şêwirmendîyên ewlehî û berevanîyê yên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê destnîşan dike, pêşwazî kirin. Alîyan li ser warên nû yên hevkarîyê nîqaş kirin, bi giranî li ser pêşxistina şîyanên berxwedanê di şerê li dijî gefên hîbrîd û sîber, destwerdana derve û dêzînformasyonê. Wana beşdarîya girîng ya mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê ji bo aşîtî û aramîya herêmê ji nû ve piştrast kirin.
Komîtêya hevkarîyê her wiha li ser pêşketinên herêmî û pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de nîqaş kirine. Yekîtîya Avropayê lihevkirina ku li ser metina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de hatîye bidestxistin, pêşwazî kirîye û daxwaza îmzekirin û pejirandina wê kirîye. Yekîtîya Avropayê piştgirîya xwe ya tevahî ji bo serwêrîya Ermenîstanê, yekparçeya axê û neguherîna sînorên wê yên navneteweyî yên li ser bingeha prînsîpên dêklarasyona Alma-Atayê ya sala 1991 ê tekez kirine. Yekîtîya Avropayê her wiha piştgirîya xwe ji bo hewldanên Ermenîstanê ji bo normalîzasîyakirina tevahî têkilîyên bi Tirkîyayê re anî ziman.
Civîn ji alîyê cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan û cîgirê rêveberê giştî yê ji bo Avropaya Rojhilatê û Rûsîyayê yê xizmeta çalakîyên der ya Avropayê Odron Pêrkaûskîên ve bi hevserokatîya wê hatîye kirin.







