
The Insider dinivîse ku koma propagandaya rûsî Storm-1516 a, ku bi belavkirina agahîyên derew li ser întêrnêtê mijûl e, dest bi karanîna nasnameyên rojnamevanên rastîn kirîye da ku matêryalên li ser malperên xwe yên derewîn bi navên xwe biweşînin.
Analîstên dêzînformasyonê yên li Gnida Project radigihînin ku wana di van demên dawî de herî kêm çar dozên weha kifþ kirine. Yek ji van weşanan li dijî Moldovayêye, du li dijî Fransîyayê û Ermenîstanê, û ya dawî jî li dijî Almanyayê bûye.
Bi taybetî, wek beşek ji kampanyayek li dijî seroka Moldovayê Maya Sandû, gotarek li ser malpera sexte The EU Insider (insider.eu.com) bi îmzeya Radû Dûmîtrêskû hatîyee weşandin. Ew rojnamevanekî rastîn e ku ji bo Romania Insider (romania-insider.com) ya bi zimanê îngilîzî ya Rûmînyayê dixebite. Gotara ku di 22 ê gulanê de hatîyee weşandin, îdîa dike ku şaredara Kîþnêvê Maya Sandû bi dizîkirina fonên ku ji hêla USAID ve hatine veqetandin tawanbar kirîye.
Piştre Storm-1516 navên pênc rojnamevanên ji rojnameya fransî Public (public.fr) bi kar anîye, di nav wan de Romên Fîaskêtî jî hebû.25 ê qezîranê de gotarek bi navê wî li ser malpera sexte “Courrier France 24” (courrierfrance24.fr) hatîyee weşandin. Di wê gotarê de tê îdîakirin ku şîrketa dewletê ya fransî Orano bermayên atomî dişîne Ermenîstanê û ji bo fonda ku bi serokwezîr Nîkol Paşînyan ve girêdayî ye bexşan dide.
Gotarek ku di 1 ê tîrmehê de li ser malpera sexte ya “Enquete du Jour” (enquetedujour.fr) hatîye weşandin, mirina cerrahekî jî ragîhandîye, ku tê îdîakirin “bi gotegotên li ser nasnameya transseksuel ya Brîjît Makronê ve girêdayî ye”.
Di dawiyê de, di 4 ê tîrmehê de, malpera “Kanadayî” ya Toronto Journal ê (torontojournal.ca) gotarek weşandîye ku îdîa dikir ku kanslêrê alman “Frîdrîx Mêrs” dema ku li Kanadayê nêçîr dikir bi neqanûnî hirçên qutbî kuştine.” Nivîskarê nivîsê nayê naskirin, lê di navnîşa nivîskarên Toronto Journal ê de çar rojnamevan hene ku bi rastî ji bo Toronto Star ê dixebitin.
Gnida Project her wiha behsa kampanyaya yekem ya Storm-1516 a li dijî Norwêcê dike. 8 ê tîrmehê, malpera nû ya ndc.eu.com, ku tê îdîakirin ku aîdî “NGOyek jîngehê” ye, gotarek weşandîyeû îdîa kirîye ku Norwêc ji ber qirêjîya giran ya çemê Nîtêlvayê di krîzeke jîngehê de ye.
Ev dezgeha mêdyayî tekez dike ku analîstên dêzînformasyonê êrîşên li ser Norwêcê bi wê rastîyê ve girêdidin ku ew welat ji bo mazûvanîya Internet Governance Forum ê , ku hezîranê de pêk hatîye, hatîye hilbijartin. Rûsîyayê sala 2020 î de ji bo mazûvanîya vê bûyerê serlêdan kiribû.







