H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Yekîtîya Mîrtîyên Erebayî karên der  li ser mijarên hevkarîya aborî û veberhênanê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Abû Dabîyê bi wezîrê  Yekîtîya Mîrtîyên Erebayî karên der  Abdûlah bîn Zayêd re li ser pêşxistina hevkarîya aborî û derfetên veberhênanê nîqaş kirine. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Mîrzoyan li   mîkrobloga xwe ya li ser tora civakî ya “X” ê nivîsîye.

“Dema ku min rêberî serokwezîr Nîkol Paşînyan li Abû Dabîyê dikir, bi hevalkarê xwe Abdûlah bîn Zayêd re li ser çend mijarên sereke sohbetek baş kirîye. Bi taybetî, me li ser rêbazên baştirkirina hevkarîya aborî û veberhênanan nîqaş kirine.

“Aşîtî û girêdana herêmî dikare hawîrdoreke guncawtir biefirîne”-,Mîrzoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button