Ermenîstan wê mazûvanîya 8 emîn ya civaka sîyasî ya avropî bike: yekem civîna ji bo organîzekirina xebatê hatîye lidarxistin

Civîna yekem ya komîtêyê bin serokatîya serokê kabîneya serokwezîr Arayîk Harûtyûnyan, civîna 8 emîn ya civaka sîyasî ya Avropayê hatîye lidarxistin.
Di rûniştinê de, mijarên rojevê û xebatên rêxistinî yên civînê hatine nîqaşkirin. Hatîye destnîşankirin ku civîna biharê ya civaka sîyasî ya avropî ya sala 2026 a wê li Ermenîstanê bê lidarxistin, ku ev yek careke din şedetîya beşdarîya çalek, amadebûna Ermenîstanê ji bo qewîkirina hevkarîya herêmî û rêformên dêmokratîk yên tomerîbûyî dike.
Serokê kabîneya serokwezîrê Komara Ermenîstanê girîngîya vê çalakîyê û pêwîstîya pêkanîna rast ya xebata hevrêzkirî ji bo organîzasîyakirina wê tekez kirîye. Di vê çarçoveyê de, Arayîk Harûtyûnyan girîngîya girêdana beşên bi hev ve girêdayîne û pêkanîna xebatê li gorî bernameya dîyarkirî tekez kirîye.







