Sîstêma çavdêrîya hewayê ya Ermenistanê wê bi piştgirîya Japonyayê bê nûjenkirin

Ermenîstan û Japonya wê ji bo modêrnîzasîyakirina pergala çavdêrîya kalîteya hewaya atmosfêrîk hevkarîyê bikin. Derheqa wê yekêda wezîreta jîngehê ya Komara Ermenîstanê radigihîne.
Hukumeta Ermenîstanê 10 ê tîrmehê îmzekirina peymana alîkarîyê pejirandîye, ku wê rê bide pêşveçûyîna têknolojîk ya berdewam ya sêktorê.
Çavdêrîya kalîteya hewayê hem ji bo parastina tenduristîya mirovan û hem jî ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê amûreke girîng e. Lê belê, rêbazên ku niha têne bikar anîn kevinar in û bersiva pêdivîyên nûjen nadin. Mînak, daneyên ku têne bidestxistin piştî herî kêm sê rojan peyda dibin, û pîvandina gemarên girîng yên wek PM10, PM2.5 û karbonmonoksîtê ji hêla têknîkî ve ne gengaz e.
Proje wê sê stasyonên çavdêrîyê modêrnîzasîya bike, wan bi alavên otomatîk yên nûjen yên Japonî ve girêbide ku wê wêneyek rastdem ya qirêjîya hewayê biefirînin. Daneyên wê di heman demê de wê ji bo raya giştî jî peyda bibin, ku dihêle ew kalîteya hewayê serhêl bişopînin.
Ev hevkarî wê bibe alîkar ku çavdêrîya hewaya atmosfêrîk li Ermenîstanê li gorî standartên navneteweyî bê hevseng kirin û şîyanên kontrola jîngehê xurt bike.







