Ermenîstanê li ser veguhestina kontrola axa xwe ya serwêr ji bo alîyekî sêyemîn neaxivîye û nîqaş nake: berdevka serokwezîr

Ermenîstan mijara vekirina binesazîyên herêmî tenê di çarçoveya serwêrî, yekparçeya axê û desthilata Ermenîstanê de nîqaş dike. Ermenîstanê behsa dêlêgekirina kontrola li ser axa xwe ya serwêr ji bo tu alîyekî sêyemîn nekirîye û nafikire jî.
Di bersiva pirsên “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nazêlî Baxdasaryanê gotîye.
Pirs: balyozê Amêrîkayêyî li Tirkîyayê, dema behsa vekirina binesazîya veguhastina herêmî dikir, behsa îhtîmala kirêkirina beşeke ji axa serwêr ya Ermenîstanê ji alîyê Amêrîkayê ve kirîye, ku li gorî balyoz, bi rêya wê “Korîdora Zangêzûrê” wê bê bicîhanîn. Hûn ê vê daxuyanîyê çawa şîrove bikin?
Bersiv: navê ku we behs kir ji bo Komara Ermenîstanê nayê qebûlkirin. Me her wiha gelek caran dîyar kirîye ku Ermenîstan mijara vekirina binesazîyên herêmî tenê di çarçoveya serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Komara Ermenîstanê de nîqaş dike. Em nikarin li ser tu mantîqeke din nîqaş bikin. Di derbarê kirêkirina erdê de, li gorî qanûnên Komara Ermenîstanê, sazîyeke wisa tenê ji bo erdên çandinîyê yên ku çalakîyên çandinîyê lê têne kirin heye. Ji ber vê yekê, vebijarka ku balyozê Dewletên Yekbûyî behs kirîye ne mimkûn e.
Pirs: dibe ku balyozê amêrîkî mebesta wî şandina kontrola rêyan bûye?
Bersiv: Komara Ermenîstanê li ser veguhestina kontrola axa xwe ya serwêr ji bo tu alyekî sêyemîn nîqaş nekirîye û nîqaş nake. Tu beşek ji axa Komara Ermenîstanê nikare li derveyî yekparçeya ax, serwêrî û desthilata Komara Ermenîstanê be.







