
Middle East Eye ragîhandîye ku balyozê Amêrîkayêyî li Tirkîyayê Tom Barak di civîneke çapemenîyê de li Nyû Yorkê behsa projeya «Korîdora Zangêzur » ê kirîye û gotîye ku korîdora 32 kîlomêtrê bûye astengîyeke cidî li pêşiya aşîtîyeke mayînde di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de.
“Û li vir Amêrîka destwerdanê dike û dibêje: «Baş e, em ê wê ji bo xwe bigirin, 32 kîlomêtr rê ji bo sed salan wek kirê bidin me, û hûn hemî dikarin wê bikar bînin'”,- balyoz destnîşan kirîye.
Pêşnîyara amêrîkî ya vekirina rêyeke ku Adirbêcan û Naxîcêvanê bi hev ve girêdide, eşkere bû, ku li gorî fonda «Karnêgî» e, di dawîya gulanê de ji hêla rêveberîya serokê Dewletên Yekbûyî Tramp ve ji bo Yêrêvanê û Bekuyê hatibû kirin.
Rapora fonda « Karnêgî» e dibêje ku ev plan li ser pêşnîyareke berê ya Yekîtîya Avropayê hatîye avakirin, ku li gorî wê şîrketeke lojîstîkî ya amêrîkî dê berpirsîyarê rêvebirin û çavdêrîya veguhastina barhilgiran li ser vê rêyê be, ku wê bi awayekî zelal daneyan bi hemî alîyan re biguhezîne.







