
Serokkomarê Fransîyayê Êmanuêl Makron li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye: “Ez kêfxweş im ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Parîzê pêşwazî dikim. Min piştgiriya Fransîyayê ji bo hewldanên wî yên wêrek yên ji bo avakirina aşîtîyê bi Adirbêcanê re ji nû ve piştrast kirîye”.
“Îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di zûtirîn dem de dikare ji bo hemû gel, welatên herêmê û yên li derveyî sînorên wê rûpeleke nû veke”.
“Evê hevdîtinê her wiha derfetek peyda kir ku têkiliyên me yên dualî bên nirxandin, bi armanca berdewamîya kûrkirina hevkariyê di hemû waran de û di demek nêzîk de xurtkirina hevkarîya me ya stratejîk ya dualî”.







