H’emû nûçeSereke

Stansîya ênêrjîya atomî ya Ermenîstanê bi awayeke normal dixebite: stansîya atomî rojeke zûtir ya ku hatibû plankirin hatîye girêdan

Turbogênêratora sêyemîn ya yekîneya 2 emîn ya stansîya ênêrjîya atomî ya Ermenîstanê nêzîkî rojekê zûtir ji ya ku hatibû plankirin bi pergala yekgirtî ya ênêrjîyê ya Komara Ermenîstanê ve hatîye girêdan. Niha, stansîya atomî bi awayeke normal dixebite, hemî pîvanên ewlehî û pêbaweriyê diparêze.Yekîneya heyî ya Ermenîstanê wê heta sala 2036 a bixebite. Heta wê demê, berpirsîyar li celebê stansîya nû ya  atomî û veberhêneran digerin.

Salê carekê, stansîya  atomî ya Mêsamorê ji bo tamîrkirinê heta 45 rojan ji pergala ênêrjîya yekgirtî ya welêt tê qutkirin. Carinan, her çend salan carekê, ev navber dirêjtir in. Girtina herî dirêj ya di demên dawî de di sala 2021 ê de bû, ku ji 150 rojan zêdetir dom kir. Di wê demê de, stanîya  atomî ji nû ve hate çêkirin û li gorî hewcedariyên atomî hate adaptekirin. Jiyana xebitandina yekîneya hêza xebitandinê heta sala 2036 a hate dirêjkirin. Lê jiyana xebitandina stansîyake  atomî nikare bêdawî bê dirêjkirin. Di warê pîşeyî de, tê bawerkirin ku demeke hindik maye ku meriv li ser celebê stansîya atomî ya nû biryar bide. Di dawiya sala borî de, bi biryara hukumetê şîrketek hevbeş ya girtî hate damezrandin, ku wê di derbarê hilbijartina modela stansîya atomî de xizmetên şêwirmendiyê bide hukumetê. Yek ji faktorên sereke di hilbijartina yekîneya ênêrjîya atomî ya pêşerojê de têknoloji ye. Kîjan hilbijêrin: Rûsîya, Amêrîka, Fransîya yan Kora? Faktorên girîng di pêvajoya hilbijartinê de kapasîteyên pêşkêşkirî, ewlehî û tenê piştî wê, biha ne.

“Bazara navneteweyî de pêşketinên bilez di derbarê rêaktorên modular yên biçûk de hene. Bi raya min, ew nûjentir in. Her wiha pêşniyarên ji bo yekîneyên atomî yên kapasîteya mezin jî hene”.

Wezîrê ênêrjî û çavkanîyên madenî David Xudatyan dibêje, pêşniyarên ji welatên cûda ji bo hilbijartina têknolojîk ya stansîya nû ya atomî têne nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button