Serokwezîrê Ermenîstanê bi komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê re gavên din yên di pêşxistina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê nîqaş kirine

Rasthatina serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê li Bryûsêlê pêk hatîye.
Ewê serdana şandeya bi serokatîya serokwezîrê Komara Ermenîstanê pêşwazî kirîye û girîngîya dîyaloga domdar û bibandor bi Ermenîstanê re destnîşan kirîye.Ewê bi kêfxweşî destnîşan kirîye ku nîqaşên li ser rojeva nû ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê qedîyane, û îmzekirina belgeyê di çarçoveya civîna konsêya hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya bê tê plankirin. Marta Kosê careke mayîn piştgirîya xurt ya Yekîtîya Avropayê ji bo rojeva rêformê ya Ermenîstanê û pêkanîna bibandor ya rêformên dêmokratîk anîye ziman.
Serokwezîr Paşînyan destnîşan kirîye ku ewî bi seroka konsêya Avropayê û serokê komîsîyona Avropayê re hevdîtineke berhemdar kirîye û hêvî kirîye ku hevkarîya nêzîk ya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de di gelek alîyan de pêşve biçe û xurt bibe. Serokwezîrê Ermenîstanê girîngîya piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji bo cîhêrengîya aborîya Ermenistanê, pêşxistina veguhastin û binesazîyê, berfirehkirina kapasîteyên karsazîyên biçûk û navîn, danasîna standartên Yekîtîya Avropayê tekez kirine.
Di hevdîtinê de li ser mijarên têkildarî bernameyên ku bi rêya amûrên darayî yên Yekîtîya Avropayê li welatê me têne pêkanîn û pêşvebirina hevkarîya aborî nîqaş kirine.
Behsa bernameyên ku ji hêla hukumeta Komara Ermenîstanê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên kesên ku bi zorê ji Qerebaxê hatine koçberkirin hatine bicîh kirin, hatine kirin. Serokwezîr Paşînyan girîngîya piştgirîya berdewam ya civaka navneteweyî di vî warî de tekez kirîye.
Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê destnîşan kirîye ku ew plan dike ku di demeke nêzîk de serdana Ermenîstanê bike da ku bername û destpêşxerîyên hevbeş bi berfirehî nîqaş bike.







