H’emû nûçeSereke

Çima Ermenîstanê biryar da ku tevlî Rêxistina Hevkarîya Şanhayê bibe? Paşînyan bi hûrgîlî  raber kirîye

Belê, me ji bo endametîyê di Rêxistina Hevkarîya Şanhayê serlêdan kirîye, û ev yek di mentîqa sîyaseta me ya hevseng  de cîh digire. Derheqa wê yekêda erokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna çapemenîyê ya  16 ê tîrmehê de gotîye.

“Em ê di vî warî de berdewam bikin bixebitin. Bi awayê,wê rêxistinê de statûya çavdêrê me heye. Bi gotineke din, ne wek ku em ji sifirê hatine, li wir gotinek jî tunebû, û ji nişkê ve biryar dane ku bibin endamê rêxistinê. Wekî din, ev yek bi guhertinên bingehîn û avahîsazîyê yên di rêxistinê de diqewimin  girêdayî ye, ji ber ku nîqaş li ser rakirina statûya çavdêr yan endamên têkildar jî heye. Ev ne tenê û sedema herî mezin e, lê yek ji sedeman e”.

“Dema ku ez dibêjim ku Ermenîstan li bakûr, başûr, rojhilat û rojavayê şirîkeke bi xêr hatî ye, divê ev yek di pratîkê de jî bê îfadekirin”,-ewî gotîye.

Derbarê vê çavdêrîyê de ku dibêje di Rêxistina Hevkarîya aborî ya Şanhayê de welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv hene, lê hukumet  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv  wek gef dibîne, Paşînyan gotîye: “Lê belê,  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv rêxistinek cuda ye.Çi hebûye ku di derbarê  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv  de bihata gotin, me gotîye, tişteke nû tune ku bê gotin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button