SerekeSîyasî

Ebdî li ser alozîyên Sûvêydayê: dem hatîye xwînrijandin li Sûrîyayê bê rawestandin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) dibêje: “Kuştina jin û zarokan û destdirêjîkirina li ser sembolên olî tawanên li dijî mirovahîyê û nirxên Sûrîyayê ne”. Amajeyê jî dide: “Piştî 14 salên şer, dem hatîye ku xwînrijandin li Sûrîyayê bê rawestandin”.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya X ê nivîsîye: “Em li Sûvêydayê bang ji gelê xwe werdigirin, ji bo peydakirina rêyeke ewle ji sîvîlan re û rawestandina êrîşan”.

Fermandarê Giştî yê HSD ê amaje jî daye: “Kuştina jin û zarokan û destdirêjîkirina li ser sembolên olî tawanên li dijî mirovahîyê û nirxên Sûrîyayê ne, lema divê ev kiryarên şerxwazane yekser bên rawestandin û lêkolîn bi berpirsîyaran re bên kirin”.

Mezlûm Ebdî ronî jî kirîye: “Piştî 14 salên şer, dem hatîye ku xwînrijandin li Sûrîyayê bê rawestandin. Sûrîya wê ne bi tolhildanê, lê bi danûstandinan û hevfêmkirinê pêş bikeve”.

Navbirî tekez jî kirîye:“Pirsa gelê me yê Dirûz pirseke neteweyî ye û divê çareserîya wê bi rêya destûra welat û dîyalogê be”.

Ji 13 ê tîrmeha sala 2025 a ve, li parêzgeha Sûvêydayê ya Sûrîyayê di navbera eşîrên çekdar yên Dirûz û Bedewîyan de şerên dijwar qewimîn.

Rewangeha sûrîyayî ya mafên mirovan jî pêştira gotibû: “Piştî revandina ciwanekî Dirûrz li ser rêya sereke ya ku Şam û bajarê Sûvêydayê bi hev ve girê dide, tundûtûjî li parêzgeha Sûvêydayê zêde bûye”.

Wezîreta Bergirîyê ya Sûrîyayê jî hêza leşkerî şandîye wê deverê da ku wan girjîyan kontrol bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button