H’emû nûçeSereke
Em amade ne ku bi Fransîyayê re peymana hevkarîya stratêjîk îmze bikin: serokê hukumeta Ermenîstanê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan 16 ê tîrmehê civîna çapemenîyê de ragîhandîye ku bernameya bi Fransîyayê re heye, ku em hîn jî li ser dixebitin, û ez hêvî dikim ku em ê di demek nêzîk de li ser her tiştî li hev bikin.
Ewî zelal kirîye ku ew behsa belgeya hevkarîya stratêjîk dike. Paşînyan bawarîya xwe anîye ziman ku belge wê bê îmzekirin.
Serokê hukumetê zêde kirîye ku belgeya hevkarîya stratêjîk ya ku berê îmzekirî ye, eleqeya li ser hevkarîya Ermenîstanê bi Dewletên Yekbûyî re zêde kirîye. Serokwezîr destnîşan kirîye: “Û em pêşwazîya wê dikin û dixwazin hevkarîyê bi awayekî şekil bidin ku bi tevahî û bi hev re li gorî mantîq û çarçoveya ku me bi Dewletên Yekbûyî re heye bibê”.







