Ermenîstan dixwaze bibe endama Yekîtîya Avropayê, lê heger ew nebe jî, welat wê bigihîje asta standartên avropî: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîyê de ragîhandîye ku Ermenîstan dixwaze bibe endama Yekîtiya Avropayê û ji bo vê yekê hewil dide.
“Me bi hevkarên xwe yên avropî re destnîşan kirîye ku ev ne pêvajoyek hêsan e, ku razîbûna hemî endaman hewce dike. Divê welat hin pîvanan bicîh bîne”,-ewî gotîye.
Li gorî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, di çarçoveya vê pêvajoyê de, li Ermenîstanê rêform têne kirin da ku li gorî standartên avropî tevbigerin. “Du vebijêrk hene yan welat tê qebûlkirin yan welat tevlî Yekîtîya Avropayê dibe, yan na. Heger na, Ermenîstan digihîje asta standartên avropî”,-ewî gotîye.
Serokwezîr ragîhandîye ku seredana wî ya dawî ya li Bryûsêlê, pêvajoya serbestberdana vîzayê bi Yekîtîya Avropayê re hatîye nîqaşkirin û bi awayekî erênî hatîye nirxandin.







