SerekeSîyasî

Gelo çavê Tramp li ser rêya Syûnîkê ye? balyozê Amêrîkayêyî li Tirkîyayê bi rastî çi gotîye?

Daxuyanîya balyozê Amêrîkayêyî li Tirkîyayê Tomas Barak li Ermenîstanê bûye sedema nîqaşên germ. Di civîna çapemenîyê ya  li Enqerê, ewî ji bo çareserkirina nakokîyên di nêzîkatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê de derbarê vekirina rêyên herêmê de vebijarkek bêhempa pêşniyar kirîye.

“Tirkîya di nav vê yekê de ye, mîna Adirbêcanê û Ermenîstanê. Ew li ser rêyeke 32 kîlometreyî nîqaş dikin, lê ev ne henek e. Ev deh sal e ku berdewam dike, li ser rêyeke 32 kîlometreyî. Û çi dibe? Amêrîka tê û dibêje, «Baş e, em ê wê bigirin. Rêyeke 32 kîlometreyî bi kirêya sed salî bidin me, û hûn hemî dikarin wê bikar bînin». Lê ev ramana eşîrî ji holê ranabe. Em gihîştine rewşeke bi navê “e pluribus unum”. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya devjêberdana ji bo xatirê yek ji girseyan. Li Amêrîkayê heye. Li wir tune. Li wir, pêşînî pêşî takekesî, malbat, eşîr û dû re jî neteweya nû ye. Lê ez hêvî dikim ku bi demê re ev “e pluribus unum” belav bibe, û em ê ji latînî ber bi erebî, ji erebî ber bi rûsî, ji rûsî ber bi çînî ve biçin. Dibe ku şansek hebe” ,-Barak destnîşan kirîye.

Gelo ev daxuyanîya balyozê Amerîkayê li Enqerê pêşnîyareke fermî ya Waşîngtonê ye ji bo alîyan, ne wezîreta karên der û ne jî qesira Sipî hîn şîrove nekirine. Şîrovekarê sîyasî Hakob Badalyan di hevpeyvîna  bi Factor TV re destnîşan kirîye ku balyoz ramanek anîye ziman ku dibe ku hatibe nîqaşkirin yan jî tê nîqaşkirin, lê rastbûna wê di bin gumaneke mezin de ye. Li gorî zanyarê sîyasî Tigran Grigoryan, eşkere ye ku Dewletên Yekbûyî di mehên dawî de eleqeyek mezin nîşanî vê rêyê daye, lê ne diyar e ku daxuyaniya balyoz çiqas bi rastî daxwazên Waşîngtonê tesîlm dike.

Di hefteyên dawî de, çavkanîyên cûre-cûre li ser kontrola muhtemel ya rêya ku di Ermenîstanê re derbaz dibe wekî beşek ji pêvajoya vekirina rêyan di pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê de rapor dikin.Fonda «Karnêgî» ê yekem kes bû ku li ser vê yekê nivîsîye. Wezîreta karên der  red kirîye ku li ser vê agahiyê şîrove bike, û cîgirê wezîrêErmenîstanêyî karên der  Mnasakan Safaryan diyar kirîye ku heger hin şert û merc bicîh bibin, dayîna rêveberiya rê ji bo pargîdaniyeke navneteweyî vebijarkek e ku Ermenstan li ber çavan bigire.

Li gorî Hakob Badalyan, Dewletên Yekbûyî nikare bi tena serê xwe biryareke wisa bide heya ku razîbûna dewletên ku rêyên Qafkasîyayê ji bo wan stratejîk têne hesibandin nebe.

Berdevka serokwezîr Nazêlî Bagdasaryanê piştî daxuyanîya balyozê Dewletên Yekbûîye li Tirkîyayê zelal kirîye ku Ermenîstanê mijara vekirina binesazîyên herêmî tenê di çarçoveya serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Ermenîstanê de nîqaş dike.Ewê nivîsîye: “Ermenîstanê li ser dayîna kontrola li ser axa xwe ya serwêr ji bo tu aliyekî sêyemîn nîqaş nekiriye û nîqaş nake” û tekez kirîye ku sazîya kirêkirina erdê li Ermenîstanê tenê ji bo erdên çandinîyê heye.

Lê gelo Waşîngton, heger niyetek wîha hebe, tenê ji ber qanûnên navxweyî yên Komara Ermenîstanê yan jî helwesta Ermenîstanê paşve gava navêje? Mînak, di meha gulanê de, Dewletên Yekbûyî  bi Kîevê re li ser madenên kêm memorandumek îmze kirîye. Berî îmzekirinê, di navbera alîyan de alozîyeke mezin hebû, ku lûtkeya wê nakokîya skandal ya Tramp-Zêlênskî li qesira Sipî bû. Her çend Zêlênskî li dijî bû jî, di dawîyê de peyman di çarçoveya ramanên Tramp de pêk hat. Gelo Dewletên Yekbûyî wê bi heman biryardarîyê hewl bide ku li ser rêya ku di Ermenîstanê re derbas dibe kontrol bike?

Lê belê, pispor li ser mijarekê li hev dikin: dîplomatekî amêrîkî nikare daxuyaniyek bêhemdî bide, nemaze yekî ku li Tirkîyayê dixebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button