Me sala 2022 a de pêşnîyareke ji bo şandeyeke derveyî raber kirîye, lê nehat qebûlkirin: niha pêşnîyareke wisa nehatîye nîqaşkirin: Paşinyan

Dema ku me sala 2022 a li ser kontrolên sînor û gumrikê diaxivî, têgihiştinek hebû ku welatîyên Adirbêcanê di rewşeke wisa de wê ji karanîna wan rêyan dûr bisekinin, ji ber ku têkilîyên bi memûrên gumrikê yên ermenî û berpirsên din re dikarin bibin sedema pirsgirêkan.
Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîya 16 ê tîrmehê daye kifşê û behsa wê yekê kirîye ku sala 2022 a Ermenîstanê pêşnîyar kiribû ku rêveberîya rêyan ji rêxistineke din re bê şandin, lê Bekûyê red kiribû.
“Wê demê, me pêşnîyareke giştî kirîye ku em amade ne ku vebijarka ofîsa pêşin û ya paşin li wir bicîh bînin, ku vebijarkek e ku li cîhanê tê bikar anîn. Welat hene ku karûbarên xwe yên sînor û gumrikê didin rêxistinên pîşeyî yan navneteweyî yên ku di wî warî de dixebitin. Wê demê, me ew pêşnîyar kirin, ku nehatin pejirandin. Û di demên dawî de, pêşnîyareke usa qet nehatîye nîqaş kirin. Ji ber ku ew pêşnîyara me ye, em amade ne ku niha jî li ser nîqaş bikin”.
Lê niha têknolojî gelek pêşketîye, bo nimûne, bi pêşxistina pasaportên bîyomêtrîk, pispor pêşbînî dikin ku 5-10 salan de ev sîstêm wê li xalên kontrolê yên sînor û balafirgehan bixebite: kesek wê pasaporta xwe nêzîktir bike û derbaz bibe. Ev nayê wê wateyê ku li wir mirov tune ne, lê di pratîkê de, tiştê ku ew digirin, tiştê ku ew di kaxezê de lê dinêrin, hemî wê bi têknolojîyan bên kirin, ku pir bikêrtir e.Heger kesek bi rengekî bê razî kirin ku wê derbaz bike, wê hingê têknolojî gelek xetereyên gendelîyê û ewlehîyê ji holê radikin”,- ewî gotîye.
Li gorî Paşînyan, heger wana bal kişandiba ser kîjan vebijarkê qebûlkirî, ew ê niha wisa bigota: “Niha ez naveroka berfireh ya nîqaşan, yan jî mênûyê, ya ku nîqaşên me ji çi pêk tên raber dikim. Dibe ku em bigihîjin yek ji van çareserîyan, mimkun e ku çareserîyeke din bê pêşniyar kirin. Lê niha pêşnîyareke ji bo çareserîyeke nû tune.
Çi dibe bila bibe hûn bibihîzin, her tim bizanin ku ew di çarçoveya yekparçeya axê, serwêrî û dadwerîya Komara Ermenistanê de têne nîqaş kirin.







