
Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bi taybetî ne eleqedar e ku bi Ermenîstanê re aşîtîyê ava bike: aşîtî di navbera alîyan de tenê bi zexta derveyî li ser Adirbêcanê dikare bê bidestxistin.
Endamê konsêya neteweyî ya Swîsrê Stêfan Myûlêr-Altêrmat hevpeyvîna bi peyamnêrê “Armenpress” ê re, li ser pêrspêktîvên normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera alîyan de axivîye û nêrîneke wiha anîye ziman.
Parlamêntar, li ser pirsa ka çiqas îhtîmal e ku Bekû di zûtirîn dem de belgeyeke aşîtîyê bi Ermenistanê re îmze bike, destnîşan kirîye ku ne hewce ye ku di vî warî de xeyalên mezin hebin, ji ber ku serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ne ewqas eleqedar e ku bi Ermenîstanê re aşîtîyê ava bike.
Parlamêntarê Swîsrê tekez kirîye ku “Dibe ku çêtir be ku meriv pir zêde xeyalan li ser nîyetên Adirbêcanê negire. Îlham Elîyêv bi aşîtîyê re eleqedar nîne berevajî vê, ew ji bo xurtkirina desthilatdarîya xwe û rewakirina binpêkirinên mafên gelê xwe hewceyê Ermenîstanê ye”.
Ermenîstan dikare hêvî bike ku rageşîya dawî ya di têkilîyên di navbera Adirbêcanê û Rûsîyayê de, û her weha şerê Îsrayêlê-Îranê, bandorê li Bekûyê bike. Parlamêntarê swîsrî tekez kirîye ku “Di dawîyê de, aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tenê bi zexta derveyî li ser Adirbêcanê dikare bê bidestxistin”.







