H’emû nûçeSereke

Mihêr Grîgoryan û Rafayêl Fîto li ser derfetên pêşxistina têkilîyên bazirganî û aborî yên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê nêrînên xwe parve kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya li Bryûsêlê  bi cîgirê serokê rêveber yê ji bo yekbûn û rêforman yê komîsyona Avropayê Rafayêl Fîto re civîyaye.

Di destpêka hevdîtinê de, bi razîbûna herdu alîyan girîngîya dîyaloga sîyasî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, ku ketîye qonaxeke nû û dijwartir, hatîye tekez kirin.

Hevpeyvîneran pêwîstîya beşdarbûna Ermenîstanê di destpêşxerîyên herêmî de, bi taybetî jî nîqaşkirina nêzîkatîya stratêjîk ya nû ya Yekîtîya Avropayê ya li himber herêma behra Reş, tekez kirine.

Mihêr Grîgoryan behsa înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê kirîye û rola wê di avakirina aşîtî û aramîya mayînde li herêmê de tekez kirîye. Girêdana înîsîyatîvê bi stratêjîya derîyê cîhanî yê Yekîtîya Avropayê re hatîye tekez kirin.

Mihêr Grîgoryan û Rafayêl Fîto li ser derfetên pêşxistina têkilîyên bazirganî û aborî yên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê jî nêrînên xwe parve kirine. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button