Pirsgirêka perwerdekirina pisporên ku zimanên neteweyên kêmjimar hîn meydanxwazîye: parêzera mafên mirovan

Di 17ê tîrmehê de, rarêzera mafên mirovan Anahît Manasyan beşdarî nîqaşekê bûye ku li Dîlîjanê bi mijara “Pirsgirêkên bicîhanîna mafê perwerdehiyê ya nûnerên kêmneteweyên neteweyî” hatîye lidarxistin. Ev çalakî ji hêla komîtêya daîmî ya parastina mafên mirovan û karûbarên giştî ya meclîsa neteweyî ya Komara Ermenîstanê ve bi piştgiriya ofîsa Ermeniîtanê ya bernameya pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatîye organîzekirin.
Di dema nîqaşê de, balkişandineke taybetî li ser taybetmendîyên organîzekirina perwerdehiyê ji bo nûnerên kêmneteweyên neteweyî li Ermenîstanê, û her weha mijarên têkildarî misogerkirina mafê wan yê perwerdehiya giştî û perwerdehiya bilind hatîye dayîn.
Anahît Manasyanê destnîşan kirîye ku “Mafê perwerdeyê ji bo parastina nasnameya kêmneteweyên neteweyî û beşdariya wan ya tevahî di jiyana giştî de pir girîng e. Ji bo me pêşîniyek e ku ev maf ne tenê di çarçoveya qanûnî de, lê di pratîkê de jî bê mîsogerkirin. Di vê çarçoveyê de, mijara perwerdekirina pisporên ku zimanên kêmneteweyên neteweyî hîn dikin jî girîng e, ku niha jî wekî pirsgirêk dimîne. Divê em van pirsgirêkan bi hewldanên hevbeş çareser bikin”.
Beşdarên çalakîyê her wiha girîngiya pêşvebirina tevlêbûnê di hawîrdora perwerdehîyê de, li ser bingeha prînsîpên cihêrengî û derfetên wekhev, tekez kirine.







