H’emû nûçeSereke

Forbes ê hewl da ku bahê rêya 43 kîlomêtrê ku wê  nav axa Ermenîstanê re derbaz bibe hesab bike: Tramp behsa mûcîzeyekê kirîye

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp careke din behsa aşîtîya nêzîk ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kirîye. Ewî ev pevçûyîn çareser kirîye û bawer dike ku ew dikare serkeftinên wî yên dîplomatîk yên der zêde bike. Û alîyê ermenî hîn jî behsa fikira îmzekirina peymana aşîtîyê dike.

Bi awayê, kovara amêrîkî “Forbes” ê analîz kirîye û hewil da ku fêm bike ka xebitandina rêya 43 kîlomêtrê ya ku di Syûnîkê re derbaz dibe, heke ssnara herî dawî ya ku ji hêla amêrîkîyan ve hatîye pêşnîyar kirin bixebite, wê ji bo lîstikvanên “mezin” yên navneteweyî çi lêçûnê çê bike.

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp bawer dike ku ew dikare qonaxa dawî ya danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de nîşan bide.

Serokê qesira Sipî, di dema firavînê bi sênatorên komarî re, serkeftinên sîyaseta der ya Amêrîkayê raber kirîye û di nirxandina xwe de, serkeftinên dîplomatîk yên der yên di dema serokatîya xwe de, di nav de têkilîyên Ermenîstanê-Adirbêcanê jî, bi kurtî li ser wan rawestîyaye. Tramp bawar dike ku mûcîzeyeke li Ermenîstanê û Adirbêcanê hatîye kirin.Ewî ragîhandîye ku xebata îmzekirina peymana aşîtîyê hema qedîya ye, heke hîn neqedîyabe jî.

Li ser vê mijarê hîn jî di navbera hukumet, muxalefet û pisporên Ermenîstanê de cudahîyên nêrînan hene. Û di civîna xwe ya çapemenîyê ya 16 ê tîrmehê de, serokwezîrê Ermenîstanê li ser îmzekirina muhtemel ya peymanê axivîye.

“Belê, ramaneke wisa jî heye. Me dest bi şêwirînan kiriye: başe, çawa pêşve biçin, nexşerêyeke gengaz çi dibe, û ramana destpêkirinê yek ji vebijarkên li ser “mênyûmê” ye ku tê nîqaşkirin, ku ne tenê ye. Ev dibe ku di hin rewşan qebûlkirî be, di hin rewşan de rêalîst be, di hin rewşan de ne ewqas rêalîst be”.

Arêg Koçînyan, serokê navenda lêkolînên sîyaseta ewlehîyê, zanyarê sîyasî dibêje, îmzekirina belgeyeke navhukumî derfetên dîplomatîk yên berbiçev nîşan dide.

“Di dema îmzekirinê de, tê destnîşankirin ku peymana ku tê îmzekirin nayê guhertin.Vê gavê, di bingehê de, daxuyanîyeke devkî heye ku metin li ser hatîye lihevkirin. Ew îmze jixwe katêgorîyeke qanûnî ya dîyarkirî ye ku metin li ser hatîye lihevkirin. Ji hêla têorîkî ve, ev jî tê vê wateyê ku metin dikare bê weşandin”.

Lê belê, zanyarê sîyasî “eger” yên ku serokwezîr derbarê îmzekirina belgeyê de destnîşan kirîye, bi awayekî cuda dinirxîne û texmîn dike ku “eger” ya alîyê ermenî ji bo îmzekirinê bi avakirina mêxanîzmayên ewlehî û kontrolkirina sînor ve girêdayî ye. Ji bo “eger” yên alîyê Adirbêcanê, ev dikare bibe şertek ji bo hilweşandina Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê.

Ji bilî îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, nîqaşên li ser vekirina rêya ku di Syûnîkê re derbaz dibe û vekirina rê li ber vekirina ragîhandinê vedibin, gaveke nû bi dest xistine. Kovara amêrîkî “Forbes” ê di gotareke cuda de behsa vê mijarê kirîye, hem ssnaran û hem jî rîskên gengaz axivîye, di nav yên paşîn de hatîye nirxandin ku nîyetên têkildarî rê dikarin li herêmê şerekî sar yê nû derxînin holê.

Nivîskarê gotara ku di “Forbes” ê de hatîye weşandin, Gyûnêy Yildizi yê bi ku esilê xweva tirke, ku di heman demê de pisporê ênêrjîyê ye û niha li Kêmbrîcê doktorayê dike, gotara bi navê “Xetereyên bilind yên Amêrîkayê li ser Zangêzûrê korîdorek bi serkêşîya Amêrîkayê çawa dikare mesrefên ênêrjîyê yên Avropayê kêm bike û li dijî Rûsyayê bisekine” nivîsîye. Nivîskar di paragrafa yekem de fikira provokasîyakirina şerê sar dinirxîne û dinivîse:

“Di cîhanekê de ku ji bo ênêrjîya ne rûsî di nav alozîyên cîhanî yên zêde de têdikoşe, gelo beşek ji axa Ermenîstanê ya 43 kîlomêtrê dikare bibe derba sereke ya Amêrîkayê li dijî Moskvayê û Têhranê? Hewldana wêrek ya Amêrîkayê ya kirêkirina korîdora Zangêzûrê ji bo sedsalekê dikare soza herikîna bazirganîyê ya salane ya 50-100 mîlyard dolarî bide, lê dikare li Kafkasîyayê xaleke nû ya şerê sar biefirîne”.

Bi nivîsa sîyasî ya mijara rê ne veşartî ye, û analîstên ermenî bi rêkûpêk li ser vê yekê diaxivin. Di hevpeyvînekê de bi “Radiolur” ê re, şîrovekarê sîyasî Hakob Badalyan dibêje:

“Di vê mijarê de hejmareke navendên “berjewendîdar” yên jêopolîtîk hene, bi nêzîkatîyên hevdu cuda, û hemî xwedî şîyana pêşvebirina nêzîkatîyên hevdu yan astengkirina hevdu ne. Niha, di wan mercan de, heta çi radeyê lihevkirinek xuya gengaz e, bi rastî pir dijwar e ku meriv bibêje. Ji bo Yêrêvanê, bi raya min, pirsgirêk ev e: li ber çavan girtina tevlihevîya tevlihev û hevdu cuda ku di wateya jêopolîtîk de di mijara rêyan de heye, nehêlin ku rewşa bêçalakîyê li vir kûrtir bibe, ji ber ku heke rewşa bêçalakîyê kûrtir bibe, guman tune ku wê bargiranîyên ku wê xetereyên zêdebûna leşkerî zêde bikin kom bibin. Ji alîyekî ve, nehêlin ku rewşa bêçalakîyê kûrtir bibe, xwe di mantîqa avakerîyê de bi cîh bikin, ji alîyê din ve, bê guman, parastina herî zêde ya berjewendîyên Ermenîstanê, ango nehêlin ku tu tawîzên yekalî bên dayîn”.

Paşînyan bi xwe xwestek û hewesa Ermenîstanê ya ku di her warî de bibe welatekî transît li herêmê piştrast kirîye. Ji bilî hesabên ku ev dikare çi feydeyan bîne Ermenîstanê, hesabên din jî hene ku di gotara “Forbes” ê de hatine raber kirin.

Li gorî hesabê raberkiî, ku li ser bingeha texmînên gerdûnî ye, heta sala 2027 a korîdor yan jî, wek ku alîyê ermenî jê re dibêje, rê dikare qebareya bazirganîya salane bigihîne 50-100 mîlyard dolaran, ji ber başbûnên girîng di lojîstîkê de. Daneyên Bloomberg yên gulana sala 2025 a nîşan didin ku ev rê dikare dema transîtê ya di navbera Avropayê û Asyayê de li gorî rêyên heyî bi 12-15 rojan kêm bike.

Forbes dinivîse ku vegera veberhênanê, heger rê bê xebitandin, bawerbar xuya dike, û berdewam dike:navenda sîyaseta kaspîyê lêçûnên binesazîyê di nav 5-10 salan de bi 3-5 mîlyard dolarî texmîn dike, di heman demê de modêlên Oxford Economics teserûfa salane ya 20-30 mîlyard dolarî di sêktora lojîstîkê de pêşbînî dikin.

Li gorî gotarê, pirsgirêka sereke helwestên “nelihevhatî” ne: Adirbêcan korîdoreke bê kontrol dixwaze, lê Ermenîstan bi awayekî katêgorîk red dike ku serwêrîyê bide. Pêşnîyara Dewletên Yekbûyî ya ji bo tiştê ku jê re “kirê” tê gotin, ji hêla rojnameyê ve wekî hewldaneke efirîner tê nirxandin da ku çarçoveyên qanûnî yên pargîdayan bikar bîne da ku vê bêçalakîyê şikîne, garantîyên ewlehîyê yên Bekûyê raber bike û di heman demê de rê bide Yêrêvanê ku serwêrîya xwe biparêze.

Nivîskarê “Forbes” ê rexneyan jî ji bîr nake, û hişyarîyên li ser xetera encamên neyînî yên demdirêj dide.

Hesabkirineke wiha heye: Îran wê bi îhtîmala windakirina 20-30 selefê ji rola xwe ya transît re rû bi rû bimîne, ku ev dikare bandorê li rêyên bazirganîyê yên girîng bike. Rûsîya dikare di deh salan de bi windakirina 10-20 mîlyard dolar dahat û kêmkirina 10-15 selefê di bandora xwe de li bazarên ênerjîyê yên Avropayê re rû bi rû bimîne.

Di heman demê de, Çînistan hêvî dike ku heta sala 2030 yî bi saya girêdana veguhastinê ya baştir, bandora destpêşxerya “Kemberek,rêyek” ê bi 20-30 mîlyar dolarî zêde bike. Lê Pêkîn divê van feydeyan bi rîska kêmkirina girêdayîbûna bi rêyên di bin kontrola Çînistanê de hevseng bike. Ev korîdor dikare Tirkîyayê veguherîne navendeke ênêrjîyê ji bo dewletên tirkîaxiv, ku ev dikare bê vê wateyê ku welat wê heta sala 2030 yî dahata transîtê ya salane 10-15 mîlyard dolarî werbigire.

Kovara “Forbes” ê kurteber dike ku di her rewşê de, serkeftin bi vê yekê ve girêdayî ye ka gelo nûjenîya dîplomatîk ya amêrîkî dikare rêziknameya cîhanê ji nû ve  nûvdekirin  bide yan na.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button