COP17 wê bibe platforma ku Ermenîstan vîzyona xwe wekî welatekî biçûk lê dewlemend bi cûre-cûryî raber bike: Hambarzûm Matêvosyan

Wezîrê jîngehê Hambarzûm Matêvosyan beşdarî civîna ciwanan ya “Greenovate” bûye ku di çarçoveya “Sêvan Startup Summit 2025” de hatîye lidarxistin, ku armanca wê pêşxistina beşdarîya çalak ya ciwanan di pêvajoyên jîngehê yên cîhanî de bûye, bi taybetî, di çarçoveya qonaxa amadekarîyê ya konfêransa 17 emîn ya alîgirên peymana cûre-cûrîya bîyolojîk (COP17).
Di civînê de Karên Sargsyan, parêzgara herêma Gêxarkûnîkê, Fransûaz Jakob koordînatora niştecîh ya Netewên Yekbûyî li Ermenîstanê, nûnerên ajansên dewletê, hevkarên ji rêxistinên civaka sîvîl û rêxistinên navneteweyî, û her weha ciwanên ku bi pirsgirêkên jîngehê re eleqedar in ji civakên cuda yên Ermenîstanê beşdar bûne.
Wezîr di axaftina xwe de, wek axaftvaneke sereke di çalakiyê de nexşerêya COP17 jî raber kirîye.Ewî helwest û vîzyona Ermenîstanê wekî mêvandar û serokê civînê destnîşan kirîyex, û destnîşan kirîye ku Ermenîstan armanc dike ku COP17 veguhêrîne platformek bi girîngîya îdêolojîk. Li gorî wezîr, civîn divê bibe qonaxek ji bo ji nû ve nirxandina têkilîya me bi xwezayê re, û ji bilî berpirsîyarîya lojîstîkî yan rêxistinî, Ermenîstan di astên bingehîn û îdêolojîk de rolek pêşengîyê digire ser xwe.
Xanim Jakobê di axaftina xwe de tekez li ser pêwîstîya amadekarîyên bi bandor û bingehîn ji bo COP17 kirîye, û tekez kirîye ku Ermenîstan dikare di vî warî de wekî welatekî pêşeng tevbigere.
Wezîr her wiha bi tîma damezrîner û organîzatorên “Sêvan Startup Summit” re hevdîtin pêk anîye. Derfet û formatên hevkarîya din hatine nîqaşkirin, bi taybetî di warê pêşxistina hevbeş ya platformên ciwanan û projeyên nûjenîya jîngehê de.







