Ermenîstanê li ser navê ku serokkomarê Adirbêcanê behs kirîye û mantîqa jê derdikeve, qet bi kesî re nîqaş nekirîye, nîqaş nake û wê nîqaş neke: berdevka serokwezîr

Berdevka serokwezîr Nazêlî Baxdasaryanê li ser daxwaza “Armenpress”ê li ser daxuyanîyên dawî yên serokkomarê Adirbêcanê şîrove kirîye.
-Xanim Baxdasaryan, di dema forûma mêdyaya navneteweyî de, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, di pêşxistina mijara “Korîdora Zangêzûrê” de, dîyar kirîye ku “barên Adirbêcanê û welatîyên Adirbêcanê divê rastî xizmeta sînor ya Ermenîstanê yan kesekî din neyên”, û alîyê Adirbêcanê vê rêya ragîhandinê wek girêdaneke bê asteng û ewle di navbera axa Adirbêcanê de dibîne. Ev mijar di hevdîtina bi serokwezîrê Ermenîstanêye li Abû Dabîyê de jî hatîye raberkirin. Wê her wiha zêde kirîye ku li axa wan “opêrator, kirêkirin yan kirêkirina axê” tune. Hûn ê li ser daxuyanîya wî çawa şîrove bikin? Helwesta Ermenîstanê li ser vê mijarê çi ye?
-Komara Ermenîstanê qet li ser navê ku serokê Adirbêcanê behs kirîye û mentîqa ku jê derdikeve bi kesî re nîqaş nekirîye, nîqaş nake û wê nîqaş neke. Komara Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” hem bi hevkarên Adirbêcanê û hem jî bi hevkarên din yên navneteweyî re nîqaş dike. Komara Ermenîstanê her wiha li bendê ye ku danûstandinên veguhastinê yên di navbera herêma Syûnîkê ya Komara Ermenîstanê û mayî ya Komara Ermenîstanê, û her weha ber bi welatên sêyemîn bi rêya axa Komara Adirbêcanê ve bên vekirin. Di berdêla xwe de, Komara Ermenîstanê amade ye ku danûstandinên veguhastinê yên di navbera herêmên rojavayê Adirbêcanê û komara xweser ya Naxîcvanê, û her weha ji û ber bi welatên sêyemîn ji Adirbêcanê ve mîsoger bike. Divê ev hemû li ser bingeha rêzgirtina tevahî ya yekparçeya axê, serwêrî, dadwerîya her du welatan û prînsîpa beramberîyê pêk bê. Komara Ermenîstanê 10 ê tîrmeha îsal de û berî yan piştî wê li Abû Dabîyê tu vebijarkek din nîqaş nekirîye û wê nîqaş neke. Daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê ku divê welatîyên Adirbêcanê bi xizmeta parastina sînor ya Ermenîstanê re necivin, ji mentîqa nîqaşên ku hatine kirin derketîye. Ev, di rastîyê de, îdîayek axê ya veşartî ye li dijî Komara Ermenîstanê, ku nayê qebûlkirin û bi ruh û tîpa danûstandin û rêkeftinên ku heta niha pêk hatine nakok e. Wek ku serokwezîr Paşînyan di civîna xwe ya çapemenîyê ya 16 ê tîrmeha îsal de destnîşan kirîye, bar û welatîyên ku dikevin axa Ermenistanê, tevî barên transît, divê li gorî standartên navneteweyî yên pejirandî kontrola gumrikê û sînor ya mecbûrî derbas bikin. Komara Ermenîstanê nikare xwedîyê agahdarîya li ser kesên ku ketine axa wê û piştî ketinê derketine yan na be.
Pabendbûna welatîyan û belgeyên ku ji hêla wan ve hatine raber kirin nayê kontrol kirin, û di rewşa nepabendbûnê de, destûr nayê dayîn ku ew bikevin axa Komara Ermenîstanê. Komara Ermenîstanê nikare xwedîyê agahdariyê be ka bar yan tiştê ku ji bo armancên transît ketîye axa wê ji axa Komara Ermenîstanê derketiye yan na, wekî din çavkanîyek bêkontrol ya qaçaxçîtî û belavkirina kelûpelên qedexekirî dikare bê vekirin. Komara Ermenîstanê nikare xwedîyê agahdariyê be ka çi bar di axa wê re derbas dibe, ji ber ku,
mînak, heke vagonek yan kamyonek bi madeyên kîmyayî barkirî xerab bibe, welatê me wê encamên wê hilgire û xizmetên têkildar yên Komara Ermenîstanê wê bi rakirina van encaman re mijûl bibin. Dema ku ji axa Komara Ermenîstanê derbaz dibin, vebijarkek tune ku xizmetên têkildar yên welatê me bicîh neynin. Hem Ermenîstan û hem jî Adirbêcan hejmareke erkên navneteweyî hene, mînak li ser pêşîlêgirtin û têkoşîna li dijî cûre-cûre xuyangên sûcên navneteweyî li ser axa xwe, û erkên weha ji hêla dewletan ve, di nav yên din de, bi rêya kar û barên gumrikê û sînor têne bicîh anîn. Ji ber vê yekê, daxuyanîya Adirbêcanê di vî warî de ji bo Ermenîstanê jî nayê fem kirin. Tiştekî din, û serokwezîr Paşînyan ev yek di civîna xwe ya çapemenîyê ya 16 ê tîrmehê de ragîhandîye: ev civîn li xalên sînor û gumrikê yên Komara Ermenîstanê dikarin bi karanîna têknolojîyên nûjen, carinan bê têkilî, bi pasaportên bîyomêtrîk û ragîhandina serhêl û şopandina barhilgir pêk bên. Niha ev formateke pejirandî ye li gelek welatên cîhanê. Di her rewşê de, vagonên ku di nav axa Komara Ermenîstanê re derbaz dibin jî divê bên mohrkirin, da ku berdana kelûpelên qaçax ji wan dûr bikeve. Her weha ji bo transîtê xercên navneteweyî yên pejirandî hene. Di mijara rîya hesinê de, ew cuda ne, di mijara borîyan de, li ser otobanan -ji bo kamyonan -cuda, ji bo otomobîlên rêwîyan-cuda, û carinan welat li ser tarîfeyan li ser prînsîba beramberîyê li hev dikin. Di hemî rewşan de, divê xercên lihevkirî yên têkildar bên dayîn, û byûcêya dewletê ya Komara Ermenîstanê divê ji ji nû ve destpêkirina ragîhandina veguhastinê dahat werbigire.
Ji alîyê ewlehîyê ve, Komara Ermenîstanê bi xwe ewlehîya rê, bar, wesayît û rêwîyên ku di axa wê re derbaz dibin mîsoger dike. Ji bo rêyên ragîhandinê yên ku ji hêla projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ve hatine pêşbînîkirin, mêxanîzmayên ewlehîyê yên din hatine pêşbînîkirin, di nav de avakirina yekîneyeke taybetî ji bo vê armancê di nav xizmeta ewlekarîya neteweyî ya Komara Ermenîstanê de. Komara Ermenîstanê amade ye ku ewlehîya transîtê, hem ji bo bar, wesayît, borîyan, kabloyan û bê guman, ji bo rêwîyan, mîsoger bike. Ji bo veberhênanên ku ji bo vekirina rêyên veguhastinê yên li her du welatan hewce ne, her welatek planên veberhênanê yên guncaw ji bo xwe dîyar dike. Serokwezîr Paşînyan di civîna çapemenîyê ya 16 ê tîrmehê de bi zelalî dîyar kirîye ku tu planeke veberhênanê li ser axa Komara Ermenîstanê nikare li derveyî yekparçeya axê, serwêrî û dadwerîya Komara Ermenîstanê hebe.
– Îlham Elîyêv di derbarê çêkirina rîya hesin li alîyê Adirbêcanê, heta sînorê Ermenîstan û Îranê de axivîye û destnîşan kirîye ku ew hema avakirina rîya hesin temam dikin, û dibe ku di nav kêmtirî salekê de, dibe ku di bihara sala bê de jî, beşa rîya hesin ya Adirbêcanê bê çêkirin.Ewî destnîşan kirîye ku di pênc salên dawî de li alîyê Ermenîstanê tu xebat nehatîye kirin, tê îdîakirin ku ev mijar bi zanebûn ji rojevê tê derxistin. Li gorî Elîyêv, di vê rewşê de, “şansê ku Ermenîstan qet bibe welatekî transît hema sifir e, û heke Ermenîstan berdewam bike ku pêvajoyê asteng bike, ew ê ne tenê di warê veguhastinê de, lê di heman demê de di tecrîda sîyasî de jî bibîne”.
Hûn ê çawa li ser îdîayên weha yên alîyê Adirbêcanê şîrove bikin?
-Hukumeta Komara Ermenîstanê ji bo vekirina rêyên veguhastinê yên herêmê bi berdewamî pêşnîyarên jorîn ji Adirbêcanê re kirîye. Ji bilî vê, par pêşnîyareke nû ji Adirbêcanê re hatîye kirin, ku li gorî wê lokomotîvên ermenî bi ajokarên ermenî û bicîhanîna prînsîpên jorîn dikarin veguhastina barhilgir ya trênê di navbera herêmên rojavayî yên Adirbêcanê û Komara xweser ya Naxîçêvanê, û her weha herêma Syûnîkê û deverên din yên Komara Ermenîstanê de mîsoger bikin. Serokwezîr Paşînyan di konfêransa “Dîyaloga Yêrêvanê” de bi eşkereyî li ser vê pêşnîyarê axivîye. Lê belê, Adirbêcan yan bêdeng e yan jî van pêşnîyaran red dike. Ez destûrdar im ku amadebûna Komara Ermenîstanê ji bo bicîhanîna hemî çareserîyên ku li jor hatine destnîşan kirin ji nû ve piştrast bikim. Di derbarê avakirina rîya hesin de, rîya hesin ku li Adirbêcanê tê çêkirin girîngîya navxweyî jî heye (ew Beku û herêmên rojavayî yên Adirbêcanê bi hev ve girêdide). Komara Ermenîstanê wê tenê di rewşa peymaneke bi Adirbêcanê re teşwîqek hebe ku rîya hesine 42 kîlomêrê dirêj li herêma Syûnîkê ava bike, ji ber ku ev rîya hesin bêyî peymaneke bi Adirbêcanê re nikare ji bo veguhastina barhilgir ya navxweyî li Ermenîstanê jî bê bikar anîn. Ji ber vê yekê, tohmeta ku li Ermenîstanê tê kirin ku vekirina ragîhandina herêmî ji rojevê derxistîye bê bingeh e. Çêkirina rîya hesin navborî wê yekser piştî lihevkirinên bi Adirbêcanê re dest pê bike, û xebatên amadekarîyê ji xwe didomin, bo nimûne, çêkirina rêyeke nû ji bo gundê Nrnazorê, ku niha danûstandina otomobîlan bi wê re li ser xeta rîya hesin ya berê pêk tê. Komara Ermenîstanê bi vekirina hemû rêyên veguhastinê bi cînarên xwe re eleqedar e, û delîla vê yekê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ye ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatîye efirandin, ku nûnerên fermî yên Ermenîstanê hema li her derê raber dikin.
-Serokê Adirbêcanê li ser peymana aşîtîyê jî axivîye û destnîşan kirîye ku Yêrêvan û Bekû ji îmzekirina wê pir nêzîk in. Di heman demê de, di çarçoveya îmzekirina peymanê de, ewî guhertina destûra Ermenîstanê û hilweşandina Koma Mînskê wek pêşşertek raber kirîye. Gelo îmzekirina peymanê di vê qonaxê de ji bo alîyê Ermenîstanê vebijarkek qebûlkirî ye?
-Serokwezîrê Komara Ermenîstanê her wiha dîyar kirîye ku Ermenîstan û Adirbêcan pir nêzîkî îmzekirina peymana aşîtîyê ne. Di derbarê hilweşandina mêxanîzmayên Koma Mînskê û destpêşxerkirina muhtemel ya peymana aşîtîyê de, ev ji bo Komara Ermenîstanê rojeveke têgihîştî ye, û niha nîqaşên çalak li ser şert û mercên ku ev dikare çê bibe didomin. Di derbarê mijara têkildarî destûrê de, serokwezîrê Komara Ermenîstanê bi berdewamî dîyar kirîye ku heger piştî îmzekirina peymana aşîtîyê, dadgeha destûrî ya Komara Ermenîstanê wê wek dijî destûrê nas bike, serokwezîr bi xwe wê guhertinên destûrî li Komara Ermenîstanê bide destpêkirin. Heta wê demê, ji bo vê yekê tu sedemek tune, ji ber ku dadgeha destûrî ya Komara Ermenîstanê bi biryara xwe ya îlona sala 2024 a destnîşan kirîye ku di destûra me de tu îdîayên axê ji bo tu welatekî tune ne. Serokwezîr Paşînyan di nîqaşa rapora pêşketin û encamên bicîhanîna bernameya salên 2021-2026 a ya hukumeta Komara Ermenîstanê sala 2024 a de û di axaftinên xwe yên berfireh de li konfêransa “Dîyaloga Yêrêvanê” de bi berfirehî li ser van mijaran axivîye.
Her wiha tê zanîn ku serokwezîr Paşînyan d salên 2018-2020 a de li ser pêwîstîya pejirandina destûreke nû ya Komara Ermenîstanê nîqaş da destpêkirin û niha ev mijar di qonaxa nîqaşeke çalak ya sazîyî de ye. Lê ev mijareke rojeva navxweyî ya Komara Ermenîstanê ye û tu eleqeya wê bi danûstandinên bi Adirbêcanê re tune ye.
-Û gelo mijara berdana girtîyan û kesên ku cîhê wan ne dîyar e di çarçoveya îmzekirin yan jî îmzekirina peymana aşîtîyê de tê nîqaşkirin?
-Serokwezîr Paşînyan dîyar kirîye ku ev mijar di hemû nîqaşan de têne çareserkirin, û danûstandinên heyî jî ne îstîsna ne.







