H’emû nûçeSereke

“Korîdora Zangêzûrê” bêyî berçevgirtina berjewendî û rola stratêjîk ya Têhranê nayê cîbicîkirin: parlamêntarê meclîsa Îranê

Sêdîf Badîrî, endamê meclîsa Îranê ji Erdebîlê û serokê koma dostanîya parlamêntoyê ya Îran-Adirbêcanê, gotîye ku “Korîdora Zangêzûrê” bêyî berçavgirtina berjewendî û rola stratêjîk ya Îranê nayê bicîhanîn.

“Di rojên dawî de, me şahîdîya hin şîroveyên neprofêsîyonal û nepratîk li ser pêkanîna “Korîdora Zangêzûrê” kirîye, bi tu awayî pêşnîyara li ser van mijaran wê şiklek îcrayî û pratîkî negire, û pêwîst e ku di dema pêkanîna van projeyan de berjewendîyên me yên herêmî bên berçavgirtin. Zimanê gef û zorê qet rêya rast û mentîqî ji bo pêşkeftina herêmî nîne, û divê hemî welatên herêma Qafqasyayê hewl bidin ku berjewendîyên hevpar mîsoger bikin, bi piştgirî û rola navendî ya Komara Îslamî ya Îranê”,- ewî gotîye.

Parlamêntarê îranî her wiha gotîye: “Rîya aram û ewle ya ber bi Qafqasyayê tenê di eksena sereke ya Îranê re derbaz dibe, û hemû welatên herêmê dizanin ku ji bilî Îranê tu welatek din nikare berjewendîyên xwe li herêmê mîsoger bike”.

Parlamêntar dîyar kirîye ku “Em naxwazin di vî warî de pirsgirêkên duyemîn derxin holê, lê em bawer dikin ku tu rêyeke transîtê li Qafqasyayê, tevî “Korîdora Zangêzûrê”, bêyî mîsogerkirina berjewendîyên cidî û hesas yên Îranê, wê guncaw û aram nebe”.

Divê bê bibîranîn ku berdevkê wezîreta Îranêye karên der Îsmayîl Bagay bersiv daye daxuyanîyên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv yên li ser qaşo “Korîdora Zangêzûrê” û destnîşan kirîye ku çêkirina korîdoran divê yekparçeya axa welatan têk nede.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button