Ji 17 selefê beşdaran wê dengê xwe bidin “Peymana sîvîl”, 4 selef jî wê dengê xwe bidin bloka “Ermenîstan”

Li gorî ankêteke ji alîyê înstîtuya komparêzan ya navneteweyî ve hatîye kirin, heger roja yekşemê ya bê li Ermenîstanê hilbijartinên parlementoyê bên lidarxistin, 17 selefê beşdaran wê dengê xwe bidin fraksiyona “Peymana sîvîl” ya desthilatdar.
Li gorî “Armenpress” ê, 4 selefê beşdaran gotine ku ew ê dengê xwe bidin bloka “Ermenîstan” ya opozîsyonê, 2 selef ji bo Robert Koçaryan, selefek ji bo bloka “Gava min”, heman hejmar ji bo partiya “Komarê” ya bi serokatîya Aram Sargsyan, selefek ji bo fêdêrasîyona şoreşger ya Ermenîstanê, selefek bo bloka “Qedirê min heye”.
12 selefê beşdaran gotine ku ew ê di dema hilbijartinan de dengê xwe yê dengî xera bikin, 28 selefê wan gotine ku ew ê deng nedin, û 22 selefê wan jî zehmet dîtin ku bersivê bidin.
Divê bê zanîn ku anket di navbera 16-26 ê hezîrana sala 2025 a de, bi karanîna rêbaza ankêta têlefonê hatiye kirin.
1,505 welatiyên ermenî yên ji 18 salî mezintir û kesên bi destê zorê ji Qerebaxê koçber bûne beşdarî ankêtê bûne.







