H’emû nûçeSereke

Ji  49 selefê beşdarên ankêtê li Ermenîstanê gotine ku ew ê dengê xwe bidin endametîya Ermenîstanêye  nava Yekîtîya Avropayê de

Ji  49 selefê beşdarên ankêta sosyolojîk ya ku ji alîyê înstîtûta komparêz ya navneteweyî ve hatîye kirin, gotine ku heger roja yekşemê rêfêrêndûmek li ser vê mijarê bê lidarxistin, ew ê dengê xwe bidin endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avropayê de.

Li gorî “Armenpress” ê, dema ku ji wana hatine pirsîn ku heger roja yekşemê ya bê rêfêrêndûmek li ser endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avropayê de bê lidarxistin, hûn ê çawa deng bidin? Ji  49 selefê beşdaran gotine ku ew ê dengê xwe bidin “erê”, ji 15 selefan gotine ku ew ê dengê xwe bidin “na”, 31 selefê beşdaran dengdanê nabin, û  5 selefan jî dîtine ku bersiva vê pirsê zehmet e.

Ji  37 selefê beşdaran dîyar kirine ku avantaja sereke ya tevlîbûna Yekîtîya Avropayê qewînkirina ewlehîyê ye, 18  selef jî  wê bawerîyê de ne ku avantaja sereke qewînkirina aborîyê ye. Li gorî 10 selefê beşdaran, avantaja sereke ya tevlîbûna Yekîtîya Avropayê pêşveçûyîna welêt e, 5 selefan serbestîya vîzayê wek avantaja sereke, 5 selefa- pêşveçûyîna dêmokrasîyê,  4 selefan-aşîtî, 2 selefan-qelskirina bandora Rûsîyayê,  2 selefan- pêşerojeke çêtir, selefek-efirandina kare. Ji  6 selefê beşdaran behsa avantajên din kirine, 2 selefan destnîşan kirine ku avantaj tune ne û 8 selefan red kirine yan jî zehmet dîtine ku bersiva pirsê bidin.

Ankêt di navbera 16-26 ê hezîrana sala 2025 a de, bi rêbaza ankêta têlefonê hatine kirin.

Ankêt di navbera 1505 welatîyên Ermenîstanê yên 18 salî û kesên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine koçberkirin hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button