Hukumeta Ermenîstanê weşana malpera Periodista Digital ya li ser vekirina astengkirina ragîhandinê li Başûrê Qafqasîyayê red dike

Hukumeta Ermenîstanê agahdar dike ku hin dezgehên mêdyayê behsa weşanekê dikin ku 22 ê tîrmehê de wek nûçe hatîye raber kirin, ku di rastîyê de nîşaneyeke din ya şerê hîbrîd û propaganda manîpûlyator e. Ev matêryalê dêzînformasîyonê li ser malpereke bi esilê gumanbar ya bi navê Periodista Digital hatîye weşandin, ku bi berdewamî ji ber karanîna nasnameyên sexte, xwezaya manîpûlyator û xizmetkirina wek platformeke ji bo belavkirina matêryalên bê delîl hatîye rexne kirin.
“Gotara ku behsa wê tê kirin tu eleqeya wê bi rastîyê re tune ye. Helwestên Komara Ermenîstanê yên li ser vekirina binesazîya veguhastina herêmî di projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de bi zelalî hatine formûlekirin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan 16 ê tîrmehê di civîna çapemenîyê de bi berfirehî li ser vê mijarê axivîye”.
21 ê tîrmehê berdevka serokwezîr Nazêlî Baghdasaryanê di hevpeyvîneke bi “Armenpress” ê re, zelalkirinên zêdetir jî dane. Her agahîyek ku bi naveroka jorîn re nakok be, nikare bi rastîyê re li hev bike.
Di daxuyanîyê de wiha tê gotin: “Em ji mêdyayê û raya giştî dixwazin ku ji belavkirina agahîyên şaş dûr bisekinin û tenê çavkanîyên fermî û pêbawer bikar bînin”.







