H’emû nûçeSereke

Biryarnameyek ku li meclîsa neteweyî ya Fransîyayê tê belavkirin, bang li Yekîtîya Avropayê û Parîzê dike ku zextê li Bekûyê bikin da ku bi Yêrêvanê re peymana aşîtîyê îmze bike

Li meclîsa neteweyî ya Fransîyayê biryarnamek hatîye belavkirin û tê de ji hukumeta Fransîyayê û Yekîtîya Avropayê tê xwestin ku zextê li ser Adirbêcanê zêde bikin da ku îmzekirina peymana aşîtîyê bi Ermenîstanê re bileztir bibe û girtîyên ermenî yên ku bi neqanûnî li Bekûyê hatine girtin serbest berdin.

Li gorî “Armenpress” ê, ev biryarname ji alîyê serokê fraksîyona “Rastgirên Komarî” li meclîsa neteweyî ya Fransîyayê, serokê koma dostanîya Fransîyayê-Ermenîstanê Loran Vokîên û cîgirê serokê heman komê Alêksandr Martên ve hatîye nivîsarê.

Di biryarnameyê de tê destnîşankirin ku Fransîya, wek dosteke Ermenîstanê, endameke daîmî ya konsêya ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û lîstikvaneke sereke di pêkanîna sîyaseta cînartîya avropî de, di piştgirîya hewldanên Ermenîstanê yên ji bo pêkanîna aşîtîyê li herêmê de roleke dîrokî û sîyasî dilîze. Di vê çarçoveyê de, pêwîstîya îmzekirina belgeyeke hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Fransîyayê li ser bingeha dêmokrasî, mafên mirovan, ewlehî û pêşkeftinê tê tekez kirin.

Biryarnameyê de her wiha daxwaza berdana girtîyên şêr yên ermenî û girtîyên din yên li Adirbêcanê tê kirin, û tê tekez kirin ku dozên sexte yên li dijî wan li Adirbêcanê berdewamîya sîyaseta sîstêmatîk ya tunekirina nifûsa ermenî, mîrata dîrokî û çandî li hemû axên ku ji hêla Adirbêcanê ve têne kontrol kirin.

Bi berçavgirtina van şert û mercên jorîn, di pêşnûmeya ku ji alîyê parlamêntarên fransî ve hatîye raberkirin, bang li hukumeta Fransîyayê û Yekîtîya Avropayê tê kirin ku zextê li ser Adirbêcanê zêde bikin da ku îmzekirina peymana aşîtiyê bi Ermenîstanê re û berdana dîlên şer yên ermenî bileztir bikin, tê xwestin ku hukumeta Fransîyayê di demeke nêzîk de belgeyek li ser hevkarîya stratêjîk bi Ermenîstanê re temam bike û îmze bike, û tê xwestin ku Yekîtîya Avropayê  hevkarîya sîyasî, aborî, leşkerî, perwerdehî, zanistî û çandî bi Ermenîstanê re zêde bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button