
Pirsên VECTORS ê ji hêla Faîk Yagizayi (Strasbûrg), nûnerê partîya wekhevî û dêmokrasîya gelan (DEM) li sazîyên avropî ve têne bersivandin.
Banga Ocalan ya ji bo çekberdanê. Bi raya we, ev biryarek bû ku ewî bi dilxwazî da yan encama zextê bû?
Bê guman, ew bi dilxwazî bû. Belê, ew girtî ye, tecrîdkirî ye, li giravekê di bin kontrola dewleta tirk de ye. Lê hiş û îradeya wî qet ji hêla dewletê ve nehatîye kontrol kirin. Ew wekî gîyanek azad maye. Ocalan rewşa sîyasî ya heyî ji nêz ve dişopîne û pir baş dizane ku berdewamîya têkoşîna çekdarî îdî feydayên sîyasî nayne. Berevajî vê, ew tenê dem, jîyana mirovan û çavkanîyan dixwe. Ji ber vê yekê wî ev rê hilbijart. Ez bi tevahî piştrast im ku ev biryara wî bi xwe ye.
Di çarçoveya topbarana berdewam ya li ser Kurdistana Îraqê, şopandina vê bangê çiqas rêalîst e? Bi raya we, di rewşeke wiha de bêçekbûna tevahî mimkûn e?
Bê guman, ev dijwarîyeke cîdî ye. Ji alîyekî ve, xwestekek eşkere heye ku pevçûyîn bi dawî bibe. Ocalan bang li PKK ê dike ku xwe ji hev veqetîne, çekên xwe deyne û têkoşînê veguhezîne qada sîyasî. Lê ji alîyê din ve, dewleta Tirkîyayê opêrasyonên xwe yên leşkerî, topbaran û destwerdanên xwe yên nav Kurdistana Îraqê didomîne. Ev astengîyeke cidî ye û pirsgirêka herî mezin nîşan dide: pêvajoya aşîtîyê ya rastîn naçe pêş. Em bi nakokîyekê re rû bi rû ne: ji alîyekî ve opêrasyonên leşkerî berdewam dikin, ji alîyê din ve, gaveke girîng ber bi aşîtîyê ve tune. Ocalan bi eşkere bang li dewleta Tirkîyayê dike ku tevbigerin, lê heta niha hemî înîsîyatîv ji wî yan jî PKK ê hatine. Dewletê tu gav neavêtîye.
Ev wek tawîzeke yekalî xuya dike. Eşkere ye ku bawerî tune ye, nemaze di şert û mercên ku ji alîyê Tirkîyayê ve tiştek neguherîye. Hûn difikirin ku ev rewş dikare bibe sedema derketina rêberekî nû yê kurd?
Na, ev ne mimkûn e. Piranîya kurdan piştgirîyê didin Ocalan. Wana biryara wî qebûl kirine û pêşwazî lê kirine. Li seranserê Kurdistanê gel bi kêfxweşî banga wî ya ji bo aşîtîyê qebûl kirine. Têkoşîna kurdan ji 40 salan zêdetir e didome. Her çend em nikarin bêjin ku me serxwebûna tevahî bi dest xistîye, ku armanca destpêkê ya PKK ê bû, me destkeftîyên pir girîng bi dest xistine. Ya herî girîng, me dawî li sîyaseta înkarê anî. Berê, dewleta Tirkîyayê red dikir ku hebûna kurdan qebûl bike. Wan ragîhandîye ku li Tirkîyayê kurd tune ne, tenê yên bi navê “Tirkên çîyayî” hene. Wana hebûna zimanê kurdî înkar kiribûn, îdîa kirin ku ew tenê zaravayek zimanên din e.
Ew serdem bi dawî bûye. Hebûna gelê kurd rastîyek e, û ew rastî tê naskirin. Ev bi serê xwe destkeftîyeke mezin e. Rast e ku zimanê kurdî hîn jî di asta destûra bingehîn û sazîyên dewletê yên Tirkîyayê de wekî zimanekî perwerdehîyê nayê naskirin, lê îro li Tirkîyayê kes cesaret nake ku îdîa bike ku kurd tune ne. Ev pir girîng e. Nimûneyek din jî partîya me ye, ku niha 10 selefî zêdetir dengan berhev dike. Di şert û mercên dêmokratîk yên normal de, dengên me zêdetir bûn, dibe ji 15 selefî, heta 20 selefî. Ev yek ji destkeftîyên herî girîng yên wê têkoşînê ye.
Herwiha, civaka kurdî jî guherîye. Berî derketina holê ya PKK ê, civaka kurdî pir fêodal bûye. Û niha ez dikarim bêjim ku kurd wek yek ji civakên herî lîbêral û pêşverû yên Rojhilata Navîn têne hesibandin, mafên jinan, wekhevîya zayendî, mafên kêmneteweyan û azadîya olî diparêzin. Ev hemû bi saya PKK ê gengaz bûye, ku civak bi awayekî radîkal guhertîye. Îro, kurd pir ji xwe bawertir in, pir rêxistinkirîtir in.
Mesele, li Rojavayê niha xweseryeke fiîlî heye, ku ev jî encama têkoşîna PKK ê ye. Ez dikarim bi teqezî bêjim ku heta li Îraqê jî, heger bandora PKK ê nebûya, ne Barzanî û ne jî Talabanî wê statûya xweser ya niha bi dest nexistana. Bi awayekî paradoksal, heta di hewldanên xwe yên ji bo tepeserkirina PKK ê de jî, dewleta Tirkîyayê bi awayên cûre-cûre piştgirîya wê xweserîyê kirîye. Bi vî awayî, em dikarin bêjin ku ev jî encama têkoşîna PKK ê ye. Bi vî awayî, PKK ê destkeftîyên mezin bi dest xistîye, heta li derveyî sînorên Tirkîyayê jî.
Vir wada, wekî ku Ocalan destnîşan kirîye, îdî ne hewce ye ku di nav Tirkîyayê de ji bo parastin û xurtkirina van destkeftîyan şer bê kirin. Têkoşîn dikare bi rêbazên aştîyane û dêmokratîk bidome. Berevajî Sûrya, Îran yan Îraq, Tirkîya endamê NATO, konsêya Avropayê û welatekî namzet ji bo Yekîtîya Avropayê ye. Bi fermî, Tirkîya wekî dewleteke dêmokratîk tê hesibandin, ji ber ku ew endamê van rêxistinan e. Her çend di rastîyê de ev yek nîqaşbar be jî, em bawer dikin ku îdî gengaz e ku em bi rêbazên aştîyane, dêmokratîk û parlamanî bigihîjin armancên xwe. Pêdivî bi çekan tune ku em şer bikin. Ev rêalîst e.
Lê niha dewleta Tirkîyayê dibêje ku banga Ocalan ya ji bo bêçekbûnê ji bo kurdên ku li Sûryayê, Îranê û deverên din dijîn derbas dibe, ku ev tenê derew e. Birêz Ocalan bi xwe gotîye ku ji bo kurdên li Sûryayê bêçekbûn pratîkî ne mumkûn e. Îro, kurdên Sûryayê şerê “Dewleta îslamî” didomînin. Hebûna Rojavayê di bin gefê de ye. Rewşa Îraqê niha hinekî aramtir e, bi saya sîstêma fêdêral. Lê li hemû herêmên din, xetere pir zêde dimîne. Û li Tirkîyayê, wekî min behs kir, heke welat bi rastî dêmokratîk bibe, ku divê xwezayî be, heke Tirkîyaya bixwaze wekî beşek ji cîhana Rojavayê bê hesibandin, wê hingê, wek endameke konsêya Avropayê, ew mecbûr e ku prînsîpên ku endamên din pê ve girêdayî ne bişopîne.
Lê Tirkîyaye bi dehan salan e endama konsêya Aropayê ye, û tiştek neguherîye… Planeke we ya xebatê heye? Hûn ê çawa bersiva bombebarana Kudistana Îraqê ji alîyê Tirkîyayê ve bidin?
Em bi derdorên muxalefetê re di têkilîyê de ne û bang li hukumeta Tirkîyayê dikin ku bombebaranê rawestîne. Heger em dixwazin pêvajoya aşîtîyê bi ser bikeve, divê ev bi dawî bibe. Ji alîyekî ve bombebarankirin, ji alîyê din ve jî bangên bêçekkirinê – ev nakokî wê tu encamekê neyne. Ew tenê mantîqa pêvajoyê têk dide.Heger em dixwazin ew pêşve biçe, divê Tirkîya opêrasyonên leşkerî rawestîne û rêformên qanûnî pêk bîne. Qanûnên ku garantî dikin ku kesên ku çekên xwe danîne dikarin bêyî tirsa girtin, darvekirin yan jî zilmê vegerin Tirkîyeyê hewce ne. Ev şertê herî kêm yê pêvajoya aşîtîyê ye.
Dewleta Tirkîyê dibêje ku di vê pêvajoyê de tu pêşşert, danûstandin yan bazar tune ne, lê di rastîyê de prînsîpên zelal hene ku bêyî wan avakirina aşîtîyê ne mumkîn e. Divê Tirkîya şert û mercên ku li dora Ocalan, ku niha vê pêvajoyê kontrol dike, çêbûne biguherîne. Divê ew bên berdan û bi tevahî beşdarî pêvajoyê bibe. Mijareke din ya girîng bi hezaran girtîyên sîyasî yên li Tirkîyayê ne. Mînakî, hevserokên berê yên partîya me Salhedîn Dêmîrtaş, Fîgên Yûgsêkdag, û her weha şaredar û endamên parlamêntoyê yên berê, ne tenê ji HDP, lê di heman demê de ji partîyên din yên muxalefetê jî, hîn jî di girtîgehê de ne. Heta namzetê serokomarîyê yê CHP Êkrem Îmamoglû û şaredarê Stembolê jî di girtîgehê de ne. Divê hemû girtîyên sîyasî bên berdan.
Bi gotineke din, pêşşerteke zelal heye…
Ev ji bo me pêşşertek eşkere ye. Lê berî ku van pêşşertan bi fermî raber bike, Ocalan berê hin gav avêtîye.Ewî amadebûna xwe nîşan daye, gavên pêşin avêtîye da ku nîşan bide ku ew di derbarê pêvajoyê de cidî ye. Niha em li bendê ne ku bibînin ka Tirkîya wê çawa bersiv bide. Ocalan bang li PKK ê kirîye ku xwe hilweşîne, û wana jî ew kirîye. Ewî banga çekberdanê kirîye, û wan dest bi danîna çekan kirîye. Niha ku PKK ê erkê xwe bi cîh anîye, berpirsîyarî dikeve ser milê Tirkîyayê. Niha dora Tirkîyayê ye ku gavên berbiçev bavêje. Heta wê demê, em tenê li bendê ne.
Heger tiştek neguhere, gelo mimkûn e ku taktîk bên guhertin û vegerin ser têkoşîna çekdarî?
Ev mijar niha di bin nîqaşeke çalak de ye. Vê hevtê, li parlamêntoyê nîqaş li ser avakirina komîtêyeke taybet têne kirin ku wê bi tevahî li ser vê mijarê, çawanîya pêşveçûyînê û gavên pratîkî yên ku divê dewleta Tirkîyayê bavêje bisekine. Em avakirina vê komîtêyê wekî gaveke erênî ya pêşveçûyînê dibînin. Ew ê nûnerên hemî hêzên sîyasî yên di parlamêntoyê de di nav xwe de bigire. Tevlîbûna opozîsyonê dikare rê li ber danûstandinên hevsengtir veke. Tenê yek yan du partîyên rastgir red kirine ku beşdarî xebatên komîtêyê bibin. Lê ev ne pirsgirêkek cidî ye, ne gaveke neçaverêkirî ye û ne jî astengîyeke kujer e ji bo pêvajoyê.
Hûn ji vê komîteyê çi hêvî dikin?
Em li bendê ne ku komîtê reformên yasayî raberî parlêmentoyê bike, bi taybetî guhertinên qanûnan ku rê bidin kesên ku çekên xwe danîne bêyî xetera girtinê vegerin Tirkîyayê. Her wiha em hêvî dikin ku di mijara statûya Ocalan de pêşketin çê bibin. Di rewşa herî baş de, wê gengaz be ku mijara efûyek giştî bê nîqaş kirin da ku hemî kesên li sirgûnê bikaribin bi azadî vegerin. Ev komîtê dikare pêşnîyarên weha raberî parlamêntoyê bike, û ji xwe li wir, parlêmento û hukumet wê biryar bidin ka wana qebûl bikin yan na.
Ji bilî bidawîanîna pevçûyînê bi xwe, em hêvî dikin ku komîsyon wê sedema bingehîn ya pirsgirêkê, ango pirsa kurd, çareser bike. Ev daxwazên demdirêj jî dihewîne, wekî naskirina zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehîyê. Em nabêjin ku divê ew şûna zimanê tirkî bigire, lê herî kêm divê derfet bê dayîn ku di dibistanan de, nemaze li herêmên ku kurd piranîya wan lê ne, zimanê kurdî bê hilbijartin. Îro li Tirkîyayê dibistan hene ku perwerde bi tevahî bi îngilîzî yan fransî tê kirin. Çima bi kurdî re muameleyek taybetî tê dayîn? Divê perwerdehîya bi kurdî li hin herêmên Kurdistanê gengaz be. Ev ê gaveke rastîn be ber bi dêmokratîkkirina Tirkîyayê ve.
Ji bo van mijaran, ji bikaranîna zimanên kêmneteweyan bigire heta prînsîpên xweserîya herêmî, gelek pêşnîyar ji konsêya Avropayê ji bo Tirkîyayê hene. Tirkîyayê di çarçoveya konsêya Avropayê de gelek peyman îmze kirine. Heger Tirkîya bi tevahî van pîvanan bicîh bîne, em bawer dikin ku di hundurê welêt de gelek tişt wê biguherin.
Têkoşîna PKK ê demeke dirêj e ku civaka kurd ber bi rêgezek dêmokratîk ve guhertîye. Wek ku Ocalan di daxuyanîya xwe ya 27 ê sibatê û peyama xwe ya dawî de destnîşan kirîye, dema ku PKK ê dest bi têkoşîna xwe kirîye, cîhan di navbera du blokan de dabeş bû: bloka Sovyêtê û bloka NATO ê. Lê piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê sala 1991 a de, tevahîya pergala cîhanê guherî. Ji wê demê ve, Ocalan li aşîtîyê bi dewleta Tirkîyayê re gerîya, ne li avakirina Kurdistaneke sosyalîst fa serbixwe, lê li çareserîyek dêmokratîk di nav Tirkîyayê de gerîya. Ji sala 1993 a vir ve, Ocalan gelek hewl da ku aşîtîyê bi dest bixe, lê mixabin Tirkîya ne amade bû.
Hukumetên Tirkîyayê gelek hewl dane, ya herî dawî ji sala 2013 a heta sala 2015 a, lê ew bi ser neketin. Yek ji sedemên sereke ew e ku Êrdogan hewl da ku pêvajoyê tenê bi rêya hukumeta xwe bimeşîne, bêyî ku civaka berfirehtir tevlî bike. Me gelek caran jê xwestîye ku hemû alîyan tevlî bike, ji ber ku aşîtî ji bo Tirkîyayê tenê bi lihevkirinek neteweyî mimkûn e. Mixabin, ew pêvajo bi ser neket.
Lê vê carê rewş cuda ye. Ne tenê ÿrdogan di pêvajoyê de beşdar e, lê heta partîya neteweperest ya herî mezin MHP, bi serokatîya Dêvlêt Bahçêlî, jî beşdar e. Ev yek hêvîyê dide me. Heta CHP jî, ku berê pêvajoya aşîtîyê red dikir, niha piştgirîya wê dike. Bi gelemperî, dikare bê gotin ku nêzîkî 90 selefê hêzên sîyasî yên ku niha di parlamêntoyê de temsîl dibin, piştgirîya vê pêvajoyê dikin. Ji ber vê yekê erê, em bawer dikin ku vê carê serkeftin mimkûn e.
Daxwazên te yên sereke li ser mafên wekhev û reforman in, lê mafê çarenûsî çawa ye? Gelo ev jî di rojeva te de ye?
Ev pêvajo du qonaxên sereke hene. Ya yekem rawestandina şer û mîsogerkirina ku têkoşîna çekdarî venegere ye. Ya duyemîn dîtina çareserîyeke sîyasî ji bo pirsa kurd e. Lê ev ne tenê pirsek e ku ne bi kurdan re têkildar e. Di bingeha wê de dêmokratîkbûna Tirkîyayê heye.Heger Tirkîya bi rastî bibe dewleteke demokratîk, li ser bingeha nirx û prînsîpên dêmokratîk, em bawer dikin ku piranîya daxwazên gelê kurd wê bi xwezayî bên bicîhanîn. Û ne tenê kurd. Li Tirkîyayê kêmneteweyên din jî hene: asûrî, ermenî, êzdî û yên din. Gelek ji van civakan ji hêla hejmarê ve ji kurdan kêmtir in û asîmîlasyoneke xurt derbaz kirine, lê divê ew jî bi fermî bên naskirin û parastin ji bo ziman, çand û nasnameyên xwe.
Di vê qonaxê de, em tenê gavên bingehîn û zelal dixwazin ku rê bidin pêvajoya aşîtîyê ber bi pêş ve biçe. Divê derfet ji kesên ku çekên xwe danîne bên dayîn ku vegerin Tirkîyayê û bêyî tirsa girtinê yan cezayê mirinê beşdarî pêvajoya sîyasî ya dêmokratîk bibin. Divê birêz Ocalan bê berdan û bikaribe raste-rast beşdarî pêvajoyê bibe. Lê ya herî girîng, divê sedema bingehîn ya van hemûyan, ango pirsgirêka kurd, bê çareserkirin. Bêyî vê yekê, her tim xetereya derketina tevgerên nû heye, dibe ku ji PKK ê xurttir yan tundrewtir bin. Rawestandina şer têrê nake. Divê çareserîyek sîyasî ji bo gelê kurd bê dîtin, nemaze ji ber ku ew di navbera çar dewletan de dabeşkirî ne.
Tu xeyal dikî ku çar civakên kurd bi awayekî bibin yek, tevî rastîyên xwe yên cuda?
Di destpêkê de, armanca Ocalan û PKK ê ew bûye ku Kurdistaneke yekgirtî, serbixwe û sosyalîst biefirînin, ku kurdên li Tirkîyayê, Sûrîyayê, Îraqê û Îranê dijîn bicivîne. Ev stratêjîya destpêkê ya têkoşîna çekdarî bû. Lê belê, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê û dehsalan têkoşînê, PKK fêm kir ku rewş guherîye. Bi destxistina wê vîzyonê îdî ne rêalîst bûye.
Îro, felsefeya Ocalan modêla dewleta neteweyî bi tevahî red dike. Bi raya wî, dewleta neteweyî çavkanîya pirsgirêkê ye, ew sîstêma ku ji þoreşa fransî vir ve serdest e. Îro li cîhanê tu dewleteke neteweyî nifûsek homojen tune. Gelên cuda her gav di nav sînorên wê de dijîn. Dewletên neteweyî di dawîyê de hewl didin ku kêmneteweyan asîmîle bikin yan jî tepeser bikin, her kesî neçar dikin ku heman nasnameya neteweyî qebûl bikin, wekî ku em di rewşa Tirkîyayê de dibînin. Di rêjîmên otorîtar de, ev vediguhere tepeserkirina eşkere. Li welatên dêmokratîk, rewş nisbeten baş e, lê li wir jî pirsgirêk hene.
Heger Tirkîya bibe dêmokrasîyeke rastîn, em bawer dikin ku bêyî avakirina dewleteke cuda ya kurdî jîyankirin mimkûn e. Kêmneteweyên biçûk jixwe bi awayekî berbiçav asîmîle bûne û dibe ku mafên zimanî yan çandî daxwaz nekin. Lê kurd cuda ne. Li Tirkîyayê herî kêm 25-30 mîlyon ji me hene, li çaralîyê cîhanê 50-60 mîlyon. Em nehatine asîmîlekirin. Ziman, çand, nasnameya me heye. Wekî din, em di herêmeke hinekî yekgirtî de dijîn. Ji ber vê yekê, pirsgirêk nikare tenê bi çand û ziman ve sînordar be. Pirsgirêk sîstemîk e: avahîya dewletê ya Tirkîyayê ya pir navendî. Hemû biryar li Enqerê têne girtin, ku ji hewcedarîyên herêmî bêxeber e. Tewra dema ku kurd şaredar û encûmenên xwe yên herêmî hildibijêrin jî, rayedar wan ji kar dûr dixin, wan digirin û li şûna wan mufetîşên dewletê tayîn dikin. Ev bingeha dêmokrasîyê hildiweşîne.
Lê ji bilî parlamêntoyê, divê civaka sîvîl jî xwedî deng be. Rêxistinên civaka sîvîl (CSO), civakên herêmî û beşên cuda yên civaka Tirkîyayê hemî ji vê pevçûnê bandor dibin û divê beşdarî dîyalogê bibin. Şer bandorê li her kesî dike, ne tenê li kurdan. Pêvajoyeke berfireh û berfireh pêwîst e.
Vê carê ez hêvîyeke mezintir im. Her çiqas Êrdogan dudilî bike jî, îdî ev ne tenê îradeya wî ya sîyasî ye, divê biryarek ji tevahîya sîstêma dewletê be. Divê dewlet ne li ser pêşeroja sîyasî ya Êrdogan, lê li ser pêşeroja Tirkîyayê bifikire. Ji ber vê yekê îro, ji her demê bêtir, ez bawer dikim ku aşîtî mimkûn e.







