H’emû nûçeSereke

Serokwezîr Paşînyan peyameke pîrozbahîyê ji Yûlîa Svîrîdênkoyê re şandîye ji bo hilbijartina wê wek serokwezîra Ûkraînayê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan peyameke pîrozbahîyê ji bo destbikarbûna wê bo posta serokwezîrîyê ji serokwezîra Ûkraînayê Yûlîa Svîrîdênkoyê re şandîye.

Wek ku ji alîyê ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ve ji “Armenpress” ê re hatîye ragîhandin, di peyamê de wiha tê gotin: “Ji kerema xwe pîrozbahîyên min ji bo destnîşankirina We wek serokwezîra Ûkraînayê qebûl bikin.

Ermenîstan girîngîyeke mezin dide berfirehkirin û kûrkirina têkilîyên bi Ûkraînayê re.

Ez piştrast im ku bi hewldanên hevbeş mimkûn e ku potênsîyala hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Ûkraînayê de bê mîsogerkirin, û tekezî li ser berfirehkirina hevkarîyê di warên bazirganîyê, aborîyê û mirovî de tê kirin.

Ez hêvîdar im ku xebata domdar ya komîsyona hevbeş ya hukumetan ya li ser hevkarîya aborî ya di navbera Komara Ermenîstanê û Ûkraînayê de dikare asteke nû ya hevkarîya hevbeş ya sûdmend mîsoger bike, şert û mercên guncaw ji bo pêşxistina têkilîyan û pêkanîna bernameyên sozdar biefirîne.

Ez ji bo We di hemû hewildanên We de saxî û serkeftinê dixwazim, ji bo gelê Ûkraînayê jî aşîtî û serfirazîyê dixwazim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button