
Doktor Elî Akbar Wêlayatî, şêwirmendê rêberê bilind yê Îranê bo karûbarên navneteweyî, derbarê projeya “Korîdora Zangêzûr” de daxuyanîyên girîng û eşkere daye, kanala Sepah Pasdaran Telegram dinivîse.
Her wek ku kanal tekez dike, projeya “Korîdora Zangêzûr” ê ji bo Îranê û Rûsyayê defikeke dorpêçkirinê ye.
“Li gorî wî, ev proje bi rastî ne armanca yekbûna herêmî, îstîqirara aborî, yan jî refaha gelan e. Ew bi armanca dorpêçkirina bejahî ya Îranê, Rûsyayê û Enîya Berxwedanê hatîye plankirin”.
Wêlayatî bi awayekî neraste-rast hişyarî daye ku Têhran ne tenê bi gotinan, lê bi kiryaran jî bersivê dide vê gefê:
. Îranê hêzên leşkerî ber bi sînoran ve birîye û tetbîqatên leşkerî pêk anîye, “xeta sor” ya xwe nîşan daye.
. Serdema sîyaseta pasîv û çavdêrîyê bi dawî bûye: niha Îran stratêjîyeke pêşîlêgirtinê û çalakîya dişopîne.
. Çavkanîyek dinivîse ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, NATO, rêjîma sîyonîst û derdorên pantûrkîst li pişt vê korîdorê ne.







