
Di çarçoveya pakêta 18 emîn ya dorpêçên li dijî Rûsyayê ku 18 ê tîrmehê de hatîye qebûlkirin, Yekîtîya Avropayê sînordarkirin li ser 105 keştîyan ferz kirîye, ku di nav wan de du tankêrên pêtrolê yên Adirbêcanê yên bi navê “Qerebax” û “Şûşa” jî hene. Ev yek li ser malpera fermî ya Yekîtîya Avropayê hatîye ragihandin.
Li gorî biryara konsêya Yekîtîya Avropayê ya 2025/1495 a, qedexe ye ku keştîyên navborî bikevin benderên dewletên endamên Yekîtîya Avropayê û xizmetên veguhastina deryayî raber bikin. Yekîtîya Avropayê tekez dike ku her du tankêr di veguhastina pêtrola xav yan berhemên pêtrolê yên bi esilê xwe rûsî de, bi karanîna “rêbazên xeternak û ne kevneşopî” yên ku armanc dikin ji mêxanîzmayên navneteweyî yên çavdêrîya dabînkirina pêtrolê dûr bikevin, beşdar bûne.
Keştîya tankêra “Şûşa” sala 2017 a li Korêya Başûr hatîye çêkirin. Dirêjahîya wê 250 mêtre, firehîya wê 44 mêtre. Keştî ya şîrketa SA Susha Shipholdings e ku li Bekûyê qeydkirî ye, û opêrator jî şîrketa wê ya girêdayî ASCO Shipmanagement AFEZCO ye, ku beşe ji şîrketa veguhestina deryayî ya dewleta Adirbêcanê (ASCO) ye.
Tankera “Qerebax”, ku sala 2018 a li Japonyayê hatîye çêkirin, xwedî taybetmendîyên dişibin hev e. Xwedîyê wê SA Karabagh Shipholdings e, û keştî jî ji hêla ASCO Shipmanagement AFEZCO ve tê birêvebirin. Her du şîrket li Bekûyê hatine tomar kirin.
Li gorî Yekîtîya Avropayê, rêyên van keştîyan avên di navbera Rûsyayê û Tirkîyayê de dihewîne, tevî rawestgehên dawî li bendera Nêmrûtê ya Tirkîyayê û li deryaya Spîye.
Yekîtîya Avropayê tekez dike ku ceza bi giranî li dijî planên veşartî yên hinardekirina pêtrola Rûsyayê ne ku bandora sînordarkirinên ênêrjîyê yên li dijî Moskvayê lawaz dikin. Beşdarbûna welatên sêyemîn û şîrketên wan di çalakîyên weha de wek hêsankirina derbazkirina rêjîma cezayan tê dîtin.







