H’emû nûçeSereke

Bi şandeya fonda avhewayê ya Kesk re  mijarên organîzekirina COP17 hatine nîqaşkirin

Wezîr Hambarsûm Matêvosyan rastî şandeya bi serokatîya sêkrêtarê fonda avhewayê ya Kesk hatîye, ji wezîreta  jîngehê ya Ermenîstanê ragîhandine.

Armanca sereke ya civînê ew bûye ku çalakîyên fondê bi fermî bên  raberkirin, û her wiha hevkarîya erênî, avakar û berfireh ya di navbera Ermenîstan û fonda avhewayê ya Kesk de ji nû ve bê piştrastkirin.

Cîgirê wezîr Ara Mkrtçyan û rêvebirê navenda bicîhanîna bernameya jîngehê Armên Yêsoyan beşdarî civînê bûne.

Di dema nîqaşan de, alîyan li ser amûrên piştgirîya darayî, têknîkî û pisporî yên ku ji hêla fonda avhewayê ya Kesk ve têne raber kirin nîqaş kirine. Qadên ku bi hewldanên hevbeş gengaz e ku tê de encamên bibandortir bên bidestxistin, bi taybetî di çarçoveya pêkanîna sîyaseta avhewayê ya neteweyî, bernameyên jîngehê û pêşkeftina domdar de, hatine nîqaş kirin. Nûnerên şandeya fonda avhewayê ya Kesk  hejmareke bernameyên serketî raber kirine ku li welatên din hatine bicîh kirin û dikarin ji bo Ermenîstanê jî bibin mînak.

Yek ji mijarên sereke yên civînê organîzekirina konfêransa alîgirên peymana bîyolojîk, COP17, ku wê  sala 2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin bûye.

Wezîr amadebûn û rêbazên hukumeta Ermenîstanê ji bo organîzekirina konfêransê di asta bilind de raberî hevkarên xwe kirîye. Awayên gengaz yên rojevê, pirsgirêkên rêxistinî, û her weha derfetên beşdarîya   fonda avhewayê ya Kesk hatine nîqaşkirin: piştgirîya pisporan, hevkarîya bernameyê, û hevfînansekirina hin pêkhateyên rêxistinî.

Wezîr Matêvosyan destnîşan kirîye ku COP17 ji bo Ermenîstanê derfeteke bêhempa ye ku wek hevkarekî berpirsîyar, pêşverû û hevkar li ser qada navneteweyî tevbigere. Konfêrans her wiha wek platformeke girîng tê hesibandin da ku ezmûn û çavkanîyên cîhanî di berjewendîya parastina bîyolojîkî, berxwedana êkosîstêmê û derbazkirina bi bandor ya pirsgirêkên avhewayê de bên yek kirin.

Di dawîya civînê de, alîyan amadebûna xwe ji bo kûrkirina hevkarîyê ji nû ve piştrast kirine, bi armanca pêşxistina hevbeş ya înîsîyatîvan, pêşvebirina bernameyên nû û xurtkirina opozîsîyona Ermenîstanê di tora hevkarîya navneteweyî ya jîngehê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button