SerekeSîyasî

Ji meclîsa neteweyî ya Fransîyayê hatîye xwestin ku biryarnameyekê ji bo piştgirîya Ermenistanê qebûl bike

Pêşnîyarek ji meclîsa neteweyî ya Fransîyayê re hatîye raber kirin da ku biryarnameyek bê pejirandin ku bi îmzekirina peymana hevkarîya stratêjîk piştgirîya Ermenîstanê di hewldanên wê yên aşîtîyê  bi Adirbêcanê re bike û daxwaza berdana girtîyên sîyasî yên Arsaxê yên li Adirbêcanê bike. “Ji dema ku şer û pevçûyînên li Qerebaxê  payîza sala 2023 a de bi dawî bûne, Ermenîstan bi biryardarî beşdarî pêvajoya aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re bûye, rêz li hiqûqa navneteweyî digire û bi dilsozî ji bo lihevhatina herêmî hewl dide”.

Xêncî wê yekê, hîn jî gelek fikar hene li ser rewşa nifûsa ermenî ya ji cîh û warên xwe koçberbûyî yê Qerebaxê û hîn bêtir, li ser serokên sîyasî, leşkerî û sîvîl yên berê yên vê herêmê, ku niha ji hêla Adirbêcanê ve bêyî garantîyên darizandina dadperwer têne girtin, ku ev yek binpêkirina peymana Cênêvayê û prînsîpên bingehîn yên hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.

Di vê çarçoveyê de, Fransîya wek dosta Ermenîstanê, endama daîmî yê konsêya ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî û beşdareke çalak di sîyaseta cînartîya avropî de xwedî roleke dîrokî û sîyasî ye. Fransîya pabend e ku piştgirîyê bide hewldanên aşîtîyê yên Komara Ermenîstanê û hevkaryeke stratêjîk bi wê re li ser bingeha dêmokrasî, mafên mirovan, ewlehî û pêşkeftinê pêş bixe.

Tiştê ku niha bi girtîyên ermenî re diqewime, beşek ji xwesteka Adirbêcanê ye ku sîyaseteke sîstêmatîk ya înkarkirinê bimeşîne. Di pêşnûmeya biryarnameyê de tê gotin: “Ev berdewamîya sîyaseta tunekirina nifûsa ermenî li Komara Arsaxê û hemû deverên ku ji hêla Adirbêcanê ve têne kontrol kirine, û her weha tunekirina sîstêmatîk ya mîrata dîrokî, çandî û olî ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button