“Rêyên Kafkasîya Başûre hesinî” binesazîya veguhastina rêwîyan nûjen dike

Hevaltîya “Rêyên Kafkasîya Başûre hesinî” havîna sala 2025 a li gelek stansîya û platforman xebatên modêrnîzasîyakirinê pêk anîne.
Li gorî “Armenpress” ê, ji hevaltîyê radigînin ku rawestgeh bi kerpîça û platforma stansîya trênê ya Yêrêvanê, her wiha platformên stansîyayên Araksê û Aragasê jî hatine nûkirin. Platforma rawestgeha Artaşarê li herêma Armavîrê bi tevahî ji nû ve hatîye çêkirin.
Li gorî serokê rêveberîya rêwîyan Hrant Mîkayêlyan, tesîsên ku divê bên nûjenkirin, bi berçavgirtina rewşa binesazîyê û her weha nirxandina rêwîyan hatine hilbijartin. Bernameya nûjenkirina binesazîya rêwîyan û nûjenkirina sermayeyê wê di sala 2026 a de berdewam bike, ku di çarçoveya wê de di destpêkê de tê plankirin ku li pênc stansîyayên xebatê bên kirin.







