Îran dikare li binesazîya transîtê ya Ermenîstanê veberhênanê bike: pisporê îranî yê li ser pirsgirêkên Kafkasîyayê

Ermenîstan pêdivî bi veberhênanan heye, bi taybetî di warê binesazîya rêyan de, û Îran dikare di binesazîya transîtê ya Ermenîstanê de veberhênanê bike.
Li gorî “Armenpress” ê, wek ku ji hêla IRNA ve hatîye ragihandin, derheqa wê yekêda serokê beşa lêkolînên zanistî ya wezîreta Îranêye karên der Hebîbolah Malakûtîfar, li civîna hevbeş ya zanîngeha Têhranê û ajansa IRNA ê bi ser navê “Têkilîyên Îran-Ermenîstanê: veguhastin bo sîstêmeke herêmî û cîhanî ya nû” de gotîye.
Malakûtîfar, bi îşaret bi potênsîyala aborî ya Başûrê Kafkasîyayê kirîye û gotîye: “Korîdor beşeke girîng ya şerê aborî yê îroyîn, û divê em li ser wan nîqaş bikin da ku hevpeymanan biefirînin û têkilîyên xwe bi welatan re berfireh bikin”.
Ewî her wiha destnîşan kirîye ku Ermenîstan dikare roleke girîng di girêdana Çabaharê, ku li avên başûrê Îranê ye, bi behra Reş re bilîze. Ewî tekez kirîye ku ji bilî Ermenîstanê, Têhranê di vê mijarê de hewceyê hevaltîke sêyemîne jî û bal kişand ser Hindistanê.
Hebîbolah Malakûtîfar gotîye: “Di têkilîyên bi Yêrêvanê re em hewceyê hevaltîke sêyemîn in, û di vî warî de, nemaze di mijara korîdoran de, hevaltîya here baş Hindistan e”.
Li gorî analîst, Ermenîstan ji bo pêşxistin û berfirehkirina binesazîyê hewceyê veberhênanan e.
Pispor tekez kirîye ku “Ermenîstan hewceyê veberhênanan e, bi taybetî di warê binesazîya rêyan de, û Îran dikare di binesazîya transîtê ya Ermenîstanê de veberhênan bike”.
Ewî her wiha tekez kirîye ku divê Yêrêvan û Têhran derfetên transît yên Ermenîstanê bikar bînin, û tekez kirîye ku ji bo vê yekê pêdivî ye ku şaxê Ermenîstanê yê korîdora Bakûr-Başûr bê temam kirin.







