SerekeSîyasî

Îran gerekê têkilîyên xwe bi Ermenîstanê û cînarên xwe yên din re xurt bike: Mesûd  Pêzêşkîan

Serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîan gotîye ku divê Têhran bi lezgînî têkilîyên xwe bi cînarên xwe re, di nav de Ermenîstanê jî, baştir bike û tekez kirîye ku têkilîyên herêmî yên bihêztir dikarin ji Komara Îslamî re bibin alîkar ku ji dorpêçên Rojavayî derbaz bibe.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ajansa IRNA ê  bi îşareta daxuyanîya serokkomarê Îranê di dema hevdîtina bi endamên komîtêya ewlekarîya neteweyî û sîyaseta der ya parlamêntoya welêt de hatîye ragîhandin.

Pêzêşkîan tekez kirîye ku “Heger em têkilîyên cînartîyê xurt bikin, ceza wê bêbandor bibin. Îro, ji her demê bêtir, pêdivî ye ku em têkilîyên xwe bi dewletên cînar û herêmî re baştir bikin”.

Her wiha ewî nêrîn anîye ziman ku Pakîstan, Afganistan, Tirkmênistan, Adirbêcan, Ermenîstan, Tirkîya, Îraq û cînarên başûr yên Îranê “potênsîyaleke girîng” ji bo hevkarîya hevbeş hene, ku divê ji bo bidestxistina berjewendîyên hevpar bê çalekkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button