H’emû nûçeSereke
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî cîgira wezîrê Îtalyayêyî karên der kirîye

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan rastî cîgira wezîrê Îtalyayêyî karên der Marîya Trîpodîyê hatîye.Derheqa wê yekêda “Armenpress” ê li ser hîmê elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê.
Hatîye gotinê,wekî wextê hevdîtinê alîya pêrspêktîvên pêşkeftina pêwandîyên dualî gotûbêj kirine.
“Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der pêvajoya kûrbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, halê dora Ermenîstanêyî li Kafkasîya Başûr û projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye”,-wezîreta karên der daye dîyarkirinê.
Hatîye gotinê,wekî fikir usa jî dora halê Rojhilata Navîn, hevkarîya Ermenîstanê-Îtalyayê hatine pevguhartinê.







