Ermenîstan di nav 50 welatan de di warê xweserîya xurekê de di rêza 48 a de ye

Li gorî lîsteyekê ku ji hêla Nature Food ve hatîye weşandin, Gayana welatê herî zêde têra xwe xwarin li cîhanê ye.
Ji bo amadekirina lîsteyê, pisporan heft komên xwarinê yên sereke wek bingeh girtine: fêkî, sebze, nîşasta, xwarinên nîşastayî, goşt, masî û berhemên şîr. Gayana tenê welat e ku di her heft komên xwarinê de qîmetê herî bilind werdigire.
Nature Food dibêje: “Deştên dewlemend yên welatê Amêrîka Başûr berhemên pir zêde yên birinc û sebzeyên rehên kok hildiberînin. Çem û çêrgeh piştgirîya hilberîna goşt û masîyan dikin ku ji pêdivîyên 900,000 niştecîhên wê zêdetir e”.
Vîêtnam û Çînistan, ku di rêzê de di rêza duyemîn û sêyemîn de ne, di şeş komên xwarinê de xweser in.
Ermenîstan di vê lîsteyê de di rêza 48 a de ye. Di lîsteyêda tê kifşê ku welatê me bi awayekî serbixwe daxwaza berhemên şîr 292 selef, fêkî 222 selef, goşt 209 selef, sebze 168 selef û masî 111 selef têrê dike. Her wiha 43 selef daxwaza xwarinên nîşastayî û 19 selef daxwaza nîşastayî jî têr dike.
Rûsya di rêza 19 a de ye, Ûkraîna jî di rêza 14 a de ye. Di nav welatên cînarên me de, Tirkîya di rêza 11 a de ye, Îran di rêza 44 a de ye û Adirbêcan jî di rêza 46 a de ye.
Yûnanistan lîsteya pêncî welatan temam dike. Gurcistan di lîsteyê de tune ye.







