H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê qet li ser vebijarkên veguhastinê yên ku bi yekparçeya ax û serwêrîya Komara Ermentstanê re ne lihevhatî ne, nîqaş nekirîye, nîqaş nake û wê nîqaş neke:berdevka serokwezîr

Komara Ermenîstanê qet li ser tu vebijarkên rêyên veguhastinê yên ku di axa wê re derbaz dibin û bi yekparçeya ax, serwêrî û dadwerîya Komara Ermenîstanê re naguncin, nîqaş nekirîye, nîqaş nake û wê nîqaş neke.

Ev yek careke din ji alîyê sêkrêtara çapemenîyê ya serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nazêlî Baxdasaryanê, li ser rûpela xwe ya li ser tora civakî “Facebook” ê  hatîye ragîhandin, ku behsa tevlihevîya dawî ya di medyayê û nîqaşên giştî de li ser helwesta Komara Ermenîstanê li ser mijara vekirina kanalên veguhastinê yên li herêmê dike.

“Armenpress” nivîsarê bi tevahî  raber dike:

“Tê dîtin ku di medyaya Ermenîstanê de hin tevlîhevî li ser helwestên Ermenîstanê yên li ser mijara vekirina rêyên veguhastinê yên herêmê heye, û medya di daxuyanîyên rayedarên Ermenîstanê de nakokîyan dibîne”.

Ev hinekî têgihîştî ye, ji ber ku mijar gelek nuansên xwe hene, ku carinan dema ku bi hin terman re têne hev kirin tevlihevtir dibin: kirêkirin, mafên avakirinê, derveyîkirin. Bê guman, her yek ji terman dikare wateyek cuda hebe, li gorî ku ew bi rastî behsa çi dike.

Ji bo ku mesele ji bo nûnerên rêzdar yên medyaya girseyî siviktir bibe, ez dixwazim careke din tekez bikim ku Komara Ermenstanê qet li ser tu vebijarkên rêyên veguhastinê yên ku di axa wê re derbaz dibin û bi yekparçeya  ax, serwêrî û dadwerîya Komara Ermenîstanê re naguncin, nîqaş nekirîye, nîqaş nake û wê nîqaş neke.

Û, berevajî vê, di çarçoveya yekparçeya axê, serwêrî û dadwerîyê de, Komara Ermenîstanê ne tenê li ser formûlên cûre-cûre ji bo karanîna kanalên veguhastina herêmî nîqaş dike, lê di heman demê de eleqedar e ku li ser her yek ji formûlan lihevkirinekê çêbike.

Ew nûnerên Komara Ermenîstanê yên ku dibêjin Ermenîstanê nîqaş nekirîye, nîqaş nake û wê nîqaş neke, bê guman qala biryarên ku bi yekparçeya ax, serwêrî û dadwerîya Komara Ermenîstanê re naguncin dikin.

Ew nûnerên Ermenîstanê yên ku behsa nîqaşan dikin, behsa biryarên di çarçoveya yekparçeya axa  Ermenîstanê, serwêrî, dadwarî, mafên avakirinê dikin, ku serokwezîr Paşînyan di civîna çapemenîyê ya 16 ê tîrmehê de behsa wan kirîye.

Bê guman, yekparçeya axê, serwêrî û dadwerîya Komara Ermenîstanê nayê şandin derveyî welat. Rêveberîya karsazîyê ya rîya hesin, borîyan û xetên êlêktrîkê dikare bê şandin derveyî welat. Bi awayê, parastin û rêveberîya otobanan li Ermenîstanê îro û her dem ji şîrketên taybet re hatîye şandin. Ev meseleyek din e ku kî wê rêveberîyê û bi çi kalîteyê pêk tîne. Lê ev tu têkilîya wê bi mijara ku tê nîqaşkirin re tune ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button