
Întêrnêtê careke din “Rêbernameya xwehînkirina zimanê tatarî” ya ku ji hêla kesayetîya giştî û şoreşgerê navdar Narîman Narîmanov ve hatibû nivîsarê tîne bîra mirov. Pirtûk sala 1900 î de ji hêla çapxaneya ermenî “Arûr” li Bekûyê hatîye çapkirin, di demekê de ku têgeha nûjen ya “zimanê adirbêcanî” hîn tunebû. Pisporê îranî yê di mijarên Kafkasîyayê de Êhsan Movahêdyan di posteke li ser platforma X de vê yekê bi bîr tîne.
Nivîskar, bi balkişandina ser weşana orîgînalê dinivîse: “Dema ku pirtûka “Rêbernameya xweserfêrkirina zimanê tatarî” ya ji hêla Narîmanov ve hatîye nivîsarê hatîye weşandin, Adirbêcan, yan jî rasttir, zimanê adirbêcanî, hîn nehatibû “îcadkirin”.
Di destpêka sedsalên 19 a û 20 î de, nifûsa tirkîaxêv ya Başûrê Kafkasîyayê, tevî niştecîhên Bekûyê, xwe wekî tatar yan tatarên Kafkasyayê bi nav dikirin, û zimanê wan tirkî yan tatarî dihat binavkirin. Tenê di serdema Sovyêtê de kampanyek ji bo avakirina nasnameyeke êtnîkî ya nû, zimanê adirbêcanî, û standartîzekirina zimanê têkildar hatîye destpêkirin.







