H’emû nûçeSereke

Parûyr Hovhannîsyan wek cîgirê serokê konsêya aborî û civakî ya Netewên Yekbûyî ya sala 2026 a hatîye hilbijartin

Parûyr Hovhannîsyan, nûnerê daîmî yê Komara Ermenîstanê li Neteweyên Yekbûyî, wek cîgirê serokê civîna sala  2026 a ya konsêya aborî û civakî ya Netewên Yekbûyî hatîye hilbijartin.Derheqa wê yekêda sêrvîsa çapemenîyê ya Netewên Yekbûyî  ragîhandîye.

Cîgirên serokên konsêya aborî û civakî ya Netewên Yekbûyî ya sala 2026 a hatine hilbijartin: Parûyr Hovhannîsyan ji Ermenîstanê (Dewletên Avropa Rojhilatê), Amar Bênjaman ji Aljîrê (Dewletên Afrîkayê), Wêlîngton Darîo Bênkosmê Kastanyos ji Komara Domînîkî (Dewletên Amêrîkaya Latînî û Karîbîyê), û Hêktor Xosê Gomês Êrnandês ji Îspanîyayê (Dewletên Avropa Rojavayê û dewletên din).

Zêdetir nîşan bide
Back to top button